Wênesaz Tîmûr Çelîk (65) di 16’ê Kanûna Paşiyê de li paytexta Almanyayê Berlînê koça dawî kir. Çelîk ji ber nexweşiya xwe ev demeke dihat dermankirin.
Tîmûr Çelîk her dem di nav rojeva Tirkiyeyê de bû, dîmenên ku di nûçeyan de dihat bikaranîn hildibijart û xêz dikir û di xebatên xwe de bi berdewamî bûyer û kesayetên polîtîk bi kar dianî.
Çelîk, ji sala 1993’an ve li Berlînê dijiya û ji bo sedema nehatina xwe ya Tirkiyeyê, di hevpeyvîna ku di sala 2020’an de ji Rezan Aksoy re kiribû de wiha gotiye: “Ez hatina welatekî ku lê elewî weke dijmin tên nîşandan, Kurd ji helîkopteran tên avêtin, gef li Ermenîyan tên xwarin, rojnameger, hunermend û her cure mûxalîf tên zindanîkirin qebûl nakim. Lê ez di wê baweriyê de me ku dê ev rojên xerab bi dawî bibin û wê Tirkiye azadtir bibe."
Çelîk wêneyên Selahattin Demirtaş, Eren Keskin, Tahir Elçi, Osman Kavala, Mucella Yapıcı, Çiğdem Mater, Gultan Kişanak û Ahmet Turk jî xêz kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN