Piştî çend rojan li nexweşxaneyê derman bû, doh beriya nîvrojê, şêwekar û pêşkêşvanê diyar ê Stêrk Tv, Şêrko Celal li Fransayê ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kir.
Biryar e cenazeyê Şêrko Celal bi merasîmekê li bajarê Lille ê Fransayê bi axê were spartin.
Rojnamevan û bernamevan Şêrko Celal, ji ber nexweşiya korona, ev çend roj bûn li bajarê Lille yê Fransayê, di nexweşxaneyê de di bin çavdêriyê de bû.
Lê doh beriya nîvrojê çû ber dilovaniya Xwedê.
Şêrko Celal ê weke Şêrko Celal Mameş Koyê dihat nasîn, sala 1956'an li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, di nav malbateke welatparêz de jîdayîk bû.
Dibistana seretayî li Koyê dixwîne û piştre ji ber rewşa taybet a wê demê ya Koyê li Hewlêrê bi cih dibin.
Li Hewlêrê dibistana navîn dixwîne û ji bo xwendina zanîngehê beşa hûnerên ciwan berê xwe dide Bexdayê.
Sala 1974'an li gel birayê xwe yê şêwekar Rehbar Celal diçin çiyayê Kurdistanê û dibine pêşmerge.
Şêrko Celal li çiya jî bi hûnerê wêneyan xizmeta şoreşê dike û piştî têkçûna şoreşê careke din vedigere Başûr.
Şêrko Celal sala 1981'ê ji ber rewşa siyasî ji Başûrê Kurdistanê bicih dihêle û sala 1982'yan li Fransayê bi cih dibe.
Di sala 2002'an de dibe pêşkêşvanê Roj TV û destpêkê weke pêşkêşvanê bernameya Rojbaş Kurdistan dest bi kar dike.
Piştî demekê bû amadekar û pêşkêşvanê bernameya Tîşkî Huner.
Bernameya Tîşkî Huner yek ji wan bernameyên diyar û yekane bû ku bernameya hunerê şêwekarî bû û hercarê serdana hunermendeke/î şêwekar a/ê Kurd dikir.
Piştre di sala 2012'an de di kanala Stêrk tv de navê bernameya xwe guhert û kir Rêjney Reng û bi şêwaz û rengekî nû, dîsa her carê li gel hunermendeke/î şêwekar karê xwe berdewam kir.
Şêrko Celal di jiyana xwe ya medyayê de xizmeteke gelekî zêde da qada hunera Kurd û bi sedan bernameyên xwe di arşîva Stêrk tv de li pey xwe hişt ku ev jî weke xizmeteke vê kanalê tê tomarkirin.
Bernamevan û pêşkêşvan Şêrko Celal li gel karê xwe yê medyayê xwedî çendîn gotar û nivîsên derbarê mıjaren cuda u cendin berhemen xwe yen helbestan ji li pey xwe hiştin.
Hevjina Şêrko Celal ji beriya çend salan ji ber nexweşiya penceşêrê koca dawî kiribû.
PARÎS