- Di çarçoveya çalakiyên "Dengvedana Çandê" de, Komîteya Çand û Huner a Kantona Şehbayê bi beşdarbûna Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê, li gundê Um El-Hoş di bin konekî de şevbuhêrkeke hunerî li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyên "Dengvedana Çandê" de, Komîteya Çand û Huner a Kantona Şehbayê bi beşdarbûna Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê, li gundê Um El-Hoş di bin konekî de şevbuhêrkeke hunerî li dar xist.
Gelek dengbêjên navsere yên Kurd û Ereb, koçberên Efrînê, şêniyên gundên Um El-Hoş û endamên saziyên sivîl ên Şehbayê beşdarî şevbuhêrkê bûn.
Di şevbuhêrkê de stranên folklorî hatin gotin, her wiha dayikan nanê sêlê û qehweya Erebî çêkir.
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê Ismet Hesen got, "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî hêzên tarî yên ku hewl didin vîna gelên herêmê bişikînin, bûne hêza hevgirtinê."
Piştre kom Um El-Hoş a stranên folklorî yên Erebî û koma Berxwedan a dîlanên folklorî yên Kurdî hunerên xwe pêşkêş kirin. Endamê Komîteya Çand û Huner a kantona Şehbayê, Mihemed Weysî û endamê Komîteya Çand û Huner a Kantona
Efrînê Barîn Mihemed helbest xwendin.
ANHA/ŞEHBA