Şerzad Şemo Qasim şehîd bû

Pêncşem 2 Adar 2023 - 01:32

Asayîşa Êzîdxanê derbarê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî navenda Şengalê daxuyaniyek da. Asayîşê ragihand êriş plansaziya dewleta Tirk a dagirû PDK’ê ye û di encamê de rêhevalê wan ji Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê, Şerzad Şemo Qasim şehîd bûye.

Dewleta Tirk a dagirker li navenda Şengalê êrişeke hewayî pêk anî. Derbarê êrişa hewayî ya dijî wesayîta hêzên Asayîşa Êzîdxanê de, Asayîşa Êzîdxanê daxuyaniyek weşand.

Asayîşa Êzîdxanê got, “Îro [doh] di 11:30’î de li navenda Şengalê li dijî wesayîteke Asayîşa Êzîdxanê êrişek hate kirin. Di vê êrişê de hevrêyê me, ji Rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

Derbarê agahiyên kite bi kite yên vê êrişê de em ê agahiyên berfireh bi gelê xwe re û raya giştî re parve bikin. Lê em dizanin ev êriş plansaziya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ye, ku bi destê xayîn û xwefiroşan pêk hatiye.

Em di serî de ji malbata hevalê xwe Şerzad û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin, ji bo parastina gelê me, ji bo parastina Êzîdxanê çi bedel ji me were xwestin, em ê bêdudilî vê bedelê bidin.

Em bang li gelê xwe û pêkhateyên Şengalê jî dikin da ku li dijî van êrişên qirkirinê, xwedî biryar û helwêsteke xurt bin. Dijminên Ezdatiyê dixwazin fermana li ser civaka me dewam bikin. Em careke din radigihînin, Asayîşa Êzîdxanê parezvanê gelê xwe ye û em ê îradeya gelê xwe, îradeya Şengala xweser û azad teslîmî ti kesî nekin.” ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.