Serweriya xwe ji Tirkan dixwazin

Şemî 16 Adar 2024 - 01:45

Beşdarbûna Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên, Şêwirmendê Asayîşê Qasim Erecî, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Ebasî, Serokê Desteya Heşdî Şebî Falih Feyaz, Wezîrê Karên Hindir ê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha MÎT’ê Îbrahîm Kalin civînek hate lidarxistin. Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate belavkirin û hate ragihandin ku her du aliyan li ser helwestên xwe yên hevbeş ên derbarê pêşhatên navçeyî û pirsgirêkan guftugokirine. Her wiha qala amadekariyên berdewam ên ji bo serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan ya ji bo Bexdayê ku wê piştî meha Remezanê were, kirine. Hate diyarkirin ku di hevdîtinan de biryar hat dayîn ku xebatên ji bo lihevkirina rêkeftinekê ya hevtêgihiştinê bên zêdekirin, ji bo ku di warên cuda de hemahengî ji bo xurtkirina peywendiyên di navbera her du welatan de bê avakirin. Her wiha her du aliyan li ser avakirina lijneyek hevbeş a berdewam di warên ewlehî, bazirganî, çandinî, enerjî, av, tendirustî û veguhestinê de li hev kirin. Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku di civînê de qala parastina serweriya xaka Iraqê hatiye kirin ku bi berdewam dewleta Tirk bombebaran û binpê dike û welatiyan dike qurbanî. Herî dawî di civînê de her du alî li ser berdewamiya civîn û pêwendiyên derbarê van mijarên di çarçoveya peywendiyên di navbera her du aliyan de li hev kirin.

Tirkiyê biryara Encumena Asayişa Netewî ya Iraqê ya naskirina PKK’ê weke rêxistineke qedexekirî li Iraqê bi kêfxweşî pêşwazî kir. Lê di dema hatina çeteyên DAIŞ’ê de, PKK rolek giring di parastina welatiyan û xaka Iraqê de leyîstibû. Ji bo wê jî, Serokwezîrê wê demê Heyder Ebadî, ji bo parastina PKK’ê ya xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê, taybet spasiya PKK’ê kiribû.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.