Serweriya Iraqê nemaye

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 01:05

Serok Eşîrê Qîraniyan Xidirê Hecî Mîrza ku serdana konê sersaxiyê yê peyamnêrê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm kir, nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya Iraqê da û wiha got:“Em sersaxiyê ji şehîdên 74 fermanan û malbata Mirad re dixwazin. Rojnamevan bû û karê wî ragihandin bû. Daxwaz û êşên gelê xwe digihande her cihekî.”

Li ser parastina rojnamevanan ji aliyê qanûnên navnetewî ve jî Xidirê Hecî Mîrza wiha got:“Eger qanûn heba û qanûnên navnetewî hatibana pêkanîn, balafirên dijmin ên Erdogan êrişê ragihandinê ne dikir. Li gel ev seyareya ragihandinê seyareyeke din a medenî ya welatiyan jî ber êrişê ket.” Li ser nebûna serweriya Iraqê li ser ax û ezmanê xwe jî Xidirê Hecî Mîrza wiha got:“Dewleta Iraqê eger dewlet ba wê weke berê, helwesteke hişk nîşanî dewleta Tirk da ba. Li Iraqê hem hizb zêde ne û hem jî dibin destê dewletên din de ye. Dewletên navnetewî û herêmî Iraqê rêve dibin. Bi dîtina min ti serweriyeke Iraqê nîne, eger heba dewleta Tirk wê nekarîba balafirên xwe li esmanê Iraqê bifiranda. Hikûmet wê sînorên xwe kontrol kiriba û rêberek xwe heba, kontrolê li ser Iraqê bikiriba.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.