• HPG´ê nasnameya sê gerîlayên piştî êrişa PDK´ê aqûbeta wan nediyar e eşkere kir: Aqûbeta Serwer Serhat, Wargeş Çavreş, Dijwar Berxwedan ne diyar e.

HPG'ê nasmeya 3 gerîlayan eşkere kir yên ku 26'ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê li derdora gundê Bêxme yê navçeya Xelîfan têkilî bi wan re qut bûbû. Beriya niha HPG´ê dabû zanîn ku hêzên PDK´ê li vê deverê dor li komeke gerîla ya ji 3 kesan girtiye û têkiliya wê bi van gerîlayan re qut bûye.  

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê wiha ye: "Beriya niha me ji gelê xwe re û raya giştî re eşkere kiribû ku 26'ê Tîrmehê li derdora gundê Bêxme ya navçeya Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê têkiliya me bi 3 gerîlayan re qut bûye. Li gel bangên me û miracaetên malbatên van hevrêyên me yên li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê jî, heta niha ti bersiv nehatiye dayin.

Nasnameya hevrêyên me ku li derdora gundê Bêxme yê Xelîfanê ku têkiliya me ji wan qut bû, wiha ye:
- Serwer Serhat (Erdal Aslan) ê li Erziromê ji dayik bûye û kurê Zahîde û Seyitxan e.


- Wargeş Çavreş (Ayhan Tatli) ê li Şirnexê ji dayik bûye û kurê Heyiç û Suleyman e.


- Dijwar Berxwedan (Mahmut Xelef) ê li Hesekê ji dayik bûye, kurê Ros Xelîl û Hesen Xelef e.
 

Ji mertalên zindî yên 2005´an e

HPG´ê ji bo van endamên xwe jî agahî dan. HPG´ê ji bo Serwer Serhed got, "Hevrêyê me Serwer sala 2005'an dema ku ciwanên Kurdistanê bûbûn Mertalên Zindî û tevlî nav refên gerîla bûne, tevlî nav refên gerîla bûye. Ji Xakurkê heta bi Qendîlê, ji Xinêrê heta bi Zapê li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kiriye. Di pratîkê de gihîştiye, bûye xwedî tecrûbe, bi hîsên kûr ên welatparêziyê, li her herêma Kurdistanê li serketinê asê bûye, ji heqî her cure zoriyê derketiye û têkoşiyaye.  

Diçû ser wezîfeya li Behdînan

Sala 2010'an çû Bakurê Kurdistanê, li vir 8 salan bênavber têkoşiyaye. Li her herêma eyaleta Xerzanê bi ruhekî têkoşer gerîlatî kir, bi peywira fermandariya pêşeng rabû. Li Xerzanê gelek caran bi dijmin re singesing şer kiriye, her carê derb li dijmin dan û encamên serketî bi dest xist. Pêşengî li gelek çalakiyên li Xerzanê kiriye. Hevrêyê me Serwer li ber ti zor û zehmetiyan meşa xwe ya azadiyê nesekinandiye, li qadên herî giran jî ji vîna Apoyî tawîz nedaye. Li nîvê zivistanê li nav sermayê û berfê maye, piyê wî şewitîne û dîsa jî ji ya xwe nehatiye xwarê, vîna xwe qehîmtir kiriye û têkoşîna xwe domandiye. Piştî pratîka Xerzanê li akademiya leşkerî perwerde bû. Piştî perwerdehiyê li Fermandariya Eyaletê ya Xakurkê xwe di ber peywirê re kiriye, li vir fermandariya Apoyî ya pêşeng bi rengekî serketî bi cih anî û bû yek ji rêxistinkerê çalakiya ku gelek derbên giran li dagirkeran xistin. Dema ku bi rengê fermandarê eyaletê ber bi cihê xwe yê peywirê ve diçû ku bigihîje Behdînanê 26'ê Tîrmeha 2021'an li derdora gundê Bêxme yê Xelîfanê hêzên PDK'ê êriş bi ser wan de birine û ji wê demê û şûn ve têkiliya me bi wan re qut bûye."
 
Wargeş her fedekarî kir

HPG´ê ji bo Wargeş Çavreş jî got, "Hevrêyê me Wargeş ji eşîra Sorî ye û li Şirnexê çêbûye. Sala 2012'an bi tesîra Şerê Şoreşgerî yê Gel ê Kurdistanê tevlî nav refên gerîla dibe. Li Bestayêweke şervanê nû perwerde bûye û dest bi pratîka gerîla kiriye. Sala 2013'an di pêvajoya vekişînê de çûye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li akademiya leşkerî perwerde bû, xwe ji bo gerîlatiya serdema nû hazir kir û li her devera çûyê fedakarî kiriye. Dema ku diçû devereke din a peywirê li gel hevrêyê me Wargeş piştî PDK êriş bire ser wan, têkiliya me jê qut bûye."
 
Tecrûbeya Rojava bir çiya

HPG´ê ji bo Dijwar Berxwedan jî got, "Hevrêyê me Dijwar Berxwedan li Bakur-Rojhilatê Sûriyê di tinekirina faşîzma DAIŞ'ê de û di azadkirina gelek waran de bi rolekî çalak rabûye, her demê xwestiye ku bigihîje çiyayên Kurdistanê, ev xeyala wî bû. Sala 2017'an ew gihîşt çiyayên azad ên Kurdistanê û jiyaneke nikûnû nas kir. Kelecanî û kêfxweş bûye ku bi temamî ji jiyana modernîtya kapîtalîst derketiye, bi sirûşt û jiyana sirûştî ya PKK'ê xwe xweştir nas kiriye. Li perwerdehiya leşkerî perwerde bû, tecrûbeya leşkerî ya di serfiraziya li dijî paşverûtiya DAIŞ'ê de ragihand, her wiha bû milîtanekî zîrek. Hevrêyê me Dijwar bi îdîa û biryardariyeke mezin peywira xwe dikir, 26'ê Tîrmeha 2021'an li gundê Bêxme yê Xelîfanê li gel hevrêyên xwe, piştî êrişa PDK'ê ti agahî me jê negirtiye."

 

Gerîla du caran bi dijmin veda

Hêzên gerîla li Girê Dûpişkê yê Heftanînê 2 caran bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,"Di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê; 7'ê Tebaxê saet di 06:15 û 08:30'î de li devera Minînê li dijî dagirkerên li ser Girê Dûpişkê 2 caran bi çekên giran çalakî hate kirin. Di van çalakiyan de bi rengekî serketî derb li hedefên diyarkirî, hat xistin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi rêbazên şerê qirêj êrişê dibe ser tunelên şer, her roj gazên kîmyewî gelekî zêde bi kar tîne û sûcên şer dike. Artêşa Tirk a dagirker 9'ê Tebaxê saet di navbera 07:00-19:00 de li Avaşînê 5 caran bi gazên kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li Werxelê. Heman rojê saet di navbera 11:30-22:40'î de tunelên şer ên li Girê Sor û Werxelê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN