Şervanên QSD’ê dîrokê dinivîsin

În 17 Çile 2025 - 03:00

Bi hezaran kesên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser banga Rêveberiya Xweser di 8’ê Çileyê de berê xwe dan Bendava Tişrînê. Li gel êrişên li hemberî bendavê ev cara 4’an e êrişê karwanên welatiyên ku berê xwe didin bendavê tê kirin. Her roj gelek caran derdora bendavê bi balafirên şer tên bombebaran kirin û tevî vê jî bi sedan kes ji bo piştevaniya bi nobetê re berê xwe didin bendavê. Jinên ku tevlî berxwedanê bûn ji ajansa JINNEWS'ê re axivîn.  

Em ji tang û topan natirsin 

Xanim Ebdillah ji bajarê Reqayê tevlî çalakiyê bû ye wiha axivî: “Em li pişt QSD’ê sekinîne. Li pişt hevalên xwe sekinîne. Em li vir carekdin bang dikin û piştewaniya wan dikin. QSD gel e. Em bang li Tirkiyeyê dikin û dibêjin em ne tank û top û ne jî tehdîtan ditirsin. Wa ye em li vir in em bi hevalên xwe re ne. Armanca me yek e û em ê bi ser kevin. Heta faşîst venegerin em jî ji vir venaqetin.” Ji rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Rûken Mele Îbrahîm ji Reqayê tevlî çalakiyê bûye got:’’Di 8’emîn roja berxwedana li vir de her kes dibîne berxwedaneke çawa mezin tê dayîn. Balafirên keşfê û yên êrişan li ezmanan hene û duh jî pir bi tund êrişê derdora bendavê kirin. Lê em ne yek deqe û yek kêliyek ranewestiyan. Em carek din dûbare dikin em dev jî bendavê bernadin. Em ê piştevaniya QSD’ê bikin û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li vir bin. Em ê ruhê şoreşê ya 19’ê Tîrmehê biparêzin. Em ê bi ser kevin û em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û federal bi hemû pêkhatiyên xwe avabikin.” 

Em dest ji bendavê bernadin 

Hevseroka Rêveberiya Desteya Perwerdê ya Kantona Reqayê Zelîxa Abdî jî got:“Ez di serî de bang li Dewleta Tirk dikim ku em tu carî dest ji Bendava Tişrînê bernadin. Ji ber ku ev bendav ceyran û avê dide bajarê Reqa û hemû bajarên Sûrî. Em ê li cem şervanên YPG, YPJ û QSD’ê bin. Moralê me pir bilind e, ji ber ku em moralên xwe ji şervanên xwe digirin. Şervanên me jî mola xwe ji gelê xwe digire. Ev têkilî ne bi rojek hatiye çêkirin. Bi ruhê şoreşgeriyê pêk hatiye. Ji ber ku baweriya me bi felsefa netewa demokratîk, bi ruhê xwişk û biratiya gelan heye. Bi taybetî li Minbiç, Bendava Tişrînê hewldana  YPJ’ê dîrokî ye, di Kobanê de jî ev yek wisa bû. Ev yek tiştek pir pîroz e. Dema em şervanên YPJ’ê dibînin, dema şehîd dikevin an jî birîndar dibin, an jî tên girtin, lê tu carî moralên me têk naçe. Dema çete hatin kesek gelê li vir rizgar nekir ji bilî QSD’ê. Reqa bang li QSD’ê kir, Dêra Zorê, Tebqa bang li QSD’ê kir û îro gelek bajar û di nav de Şam jî heyî bang li QSD’ê kir. Ev tiştek ne hindik e. Ev tiştek dîrokî ye. Îro her miletekî Sûrî gihaşt astekî. Îro bi saya QSD’ê Sûriye dê bighije asteke demokratîk, wekhev û edaletê. Şervanên QSD’ê rojane dîrok dinîvsînin. Bi canê xwe dîrok dinivîsînin."

JINNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.