Şervanekî YBŞ'ê şehîd bû

În 28 Çile 2022 - 22:15

  • Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku hevrêyê wan Kawar Hebabî ji ber nexweşiya gurçikê di 26'ê Çileyê de şehîd bûye.

Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku hevrêyê wan Kawar Hebabî ji ber nexweşiya gurçikê di 26'ê Çileyê de şehîd bûye.

Daxuyaniya YBŞ'ê derheqa Kawar Hebabî de wiha ye: "Hevrê Kawar Hebabî ji ber nexweşiya gurçikê 26'ê Çileya 2022'an şehîd bû.
Kawar Hebabî ku nexweşiya gurçikê pê re hebû û çend roj bû li nexweşxaneyê dihate dermankirin, hewldanên ji bo xilaskirina wî bê encam man û jiyana xwe ji dest da.

Hevreyê me Kawar Hebabî (Cemal Mirad Xelef) ji bo hilanîna tola komkujiyên li gelê me hate kirin, tevlî nava refên YBŞ'ê bû. Ji bo careke din zilm û zordarî li gel û civaka herêmê neyê kirin, hevrêyê me Kawar bi biryardarî tevlî rêya şervanên azadiyê bû. Tevî ku 2 sal bûn tevlî bûbû, bi beşdariya xwe ya li nava jiyanê û kar, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Bi kesayetiya fedakar û wêrekî, hevreyê Kawar ji roja tevlîbûnê heya roja şehadetê çi kar ketibû ser milê wî, bê teredût û bi şêwazekî ziravtî de bi awayekî serketî bi cîh dianî.
Em ji malbata hevrê Kawar sersaxî dixwazin û dibêjin soza ku me daye ji bo şehîdên xwe em careke din dubare dikin. Doz û rêya ku hevrê Kawar Hebabî heta dawî pê bawer kir û bê tereddût meşiya, em ê jî li ser vê bingehê ala berxwedanê hilbigrin û bi serketinê ve tacîdar bikin.’’

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.