CÛDÎ SÎPAN / ANHA / ŞEHBA
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di 2′yê Tebaxê de got tiştê dewleta Tirk li Efrînê dike ne guhartina demografiyê ye.
Li ser wê yekê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd got: "Ferzkirina cezayên li dijî serçeteyên Sultan Suleyman Şah û Hemzat ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve heta astekê baş e, lê têra şermezarkirina sûcên li dijî şêniyên Efrînê nake."
Sûc bi fermana Tirkiyê pêk tên
Reşîd diyar kir ku sûcên komên çete li Efrîna dagirkirî dikin, yekser bi fermana dewleta Tirk a dagirker ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve piştgriya terorê kiriye, pêk tên. Lê bi sedema hevsengiyên siyasetên navneteweyî ti biryarên navneteweyî li dijî dagirkeriya Tirk ya li Efrînê nehatin dayîn.
Reşîd wiha domand: "Bi dehan komên çete hene ku sûcên şer û sûcên dermirovî li Efrîna dagirkirî bi çavdêriya dewleta Tirk a dagirker dikin. Ne tenê ew 2 komên ceza lê hatine birrîn. Ger ceza hebin, divê destpêkê li dijî dewleta Tirk a dagirker û tevahî komên çete bên birîn." Reşîd destnîşan kir ku ji dema dewleta Tirk û komên wê yên çete Efrîn dagir kiriye, tevahî cureyên sûcan li dijî niştecihên Efrînê tên kirin û rêxistinên navneteweyî ti daxuyaniyek ku wan sûcan şermezar bike, nedaye.
Yên vedigerin direvînin
Reşîd da zanîn ku hemwextî propagandaya ENKS′ê û hevkarê wê PDK′ê bi MÎT′a tirk re ji bo vegera li Efrînê dike, bi dehan kesên vedigerin gundên xwe, tên revandin.
Reşîd aşkera kir ku komên çete yên dewleta Tirk a dagirker malbatek bi tevahî beriya ku bigihêjin Efrînê revand, bi dehan kesên mal û milkên wan hatine desteserkirin û nehiştine bikevin malên xwe, hatine belgekirin. Her wiha Reşîd xuya kir ku kiryarên ENKS′ê xiyanet jî derbas kir û êdî piştgiriyê didin sûcên li dijî niştecihên Efrînê da ku berxwedan û vîna koçberên Efrînê yên li Şehbayê têk bibin.
Divê Tirk û çete ji Efrînê derkevin
Cemal Reşîd hişyarî da koçberên Efrînê yên li Şehbayê û got bi hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê veger ne pêkan e. Her wiha Cemal Reşîd diyar kir ew ne li dijî vegera li Efrînê ne, lê divê bêyî hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê be û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger vegerek hebe, wê piştî derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, vegereke komî be."