ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL

 

Serokeşîrên Şengalê diyar kirin ku divê dema çeteyên DAIŞ’ê hatin dadgehkirin, malbatên qurbaniyên Şengalê jî tevlî dadgehê bibin: “Divê her kesê bûye sedema fermanê, bê eşkerekirin. Hikûmeta Iraqê jî li şûna ku çeteyan dadgeh bike, radibe hestiyên qurbaniyên me bi torbeyan dişînin ji me re.”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteya DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, di êrişa hovane de bi hezaran kes hatin qetilkirin, revandin û li bazaran hatin firotin. Ferman li ber çavê cîhanê pêk hat. Çeteyên ku bûne sedema fermanê, hê jî li Rojavayê Kurdistanê di hepsan û li wargeha Holê tên ragirtin û nehatine dadgehkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, di 10’ê Hezîranê de biryara dadgehkirina bi hezaran çeteyên DAIŞ´ê yên biyanî da. Derbarê dadgehkirina çeteyan de, serokeşîrên Şengalê axivîn.

Xelef Tala yek ji wan e û dibêje; “Me wek Êzîdî ji her kesî zêdetir zilm ji destê çeteyan dîtiye. Dema ev çete bên dadgehkirin, lazim e malbatên van qurbaniyan jî amade bin û daxwaza mafê xwe bikin.”

Ji serokeşîran, Feqîr Berekat jî li ser heman mijarê got, “9 sal di ser fermanê re dibihurin, heta niha kesî li me nepirsiye, gorên me yên komî gelek jê nehatine vekirin û ji aliyê Iraqê ve bêrêzî li qurbaniyên fermanê tê kirin. Li şûna ku Iraq jî çeteyan dadgeh bike, hestiyên Şehîdên me di kîsan de ji me re dişînin. Em bang dikin, dema li Rojava çete hatin dadgehkirin, malbatên qurabniyan jî bila beşadarî dozê bibin da ku rastiya her kesî eşkere bikin û bi taybetî ya wan kesên ku bûne sedema fermana li dijî Êzîdiyan.”