• Şêwekar “La Toya Hobbs” bi fîgûrên reşik dadikeve da ku serpêhatiya reşikan ya li dîasporayê xweşiktir rave bike. Ew hunerê xwe bi teknîk û şêwazên cuda rave dike û hewl dide stereotîpên serdest ji holê rake. Yanî hewldaneke wê ya ku rêûresmeke nû ava bike jî heye.

La Toya Hobbs, hunermendeke reşik e ku li eyaleta Arkansasê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hatiye dinyayê. Lê ew niha li bajarê Baltîmorê yê ser bi eyaleta Marylandê dijî û di warê hunerî de diafirîne. Ji bo ew van resmên xwe çêke bi teknîk û dîsiplînên cuda yên hunerî dixebite û çend teknîkên şêwekariyê bi hevre li ser tabloyekê dinirxîne. Gava ew van teknîkan bi kar tîne hema wisa ji xwe û me re vê nake, ew wan pirr xweşik tevlîhev dike û di dawiyê de tabloyên gelekî serketî derdixe holê. La Toya Hobbs hin tabloyên ku li ser textan bi teknîka qewartinê û verotinê tên çêkirin jî hilberandiye.

La Toya Hobbs bi van tabloyên xwe berê xwe dide dîasporaya Efrîkayê û fîgûrên di tabloyên wê de cih digirin, hemû jî reşik in. Ew bi van fîgûran bi xweşikî, çand, nasname û jinên Efrîkî yên li dîasporayê dadikeve. Di tabloyên wê de fîgûrên jin bêhtir derdikevin pêş û ew bi vê yekê dixwaze li ser jiyana jinên reşik ên li dîasporayê hûr bibe. La Toya Hobbs di van tabloyên xwe de wekî din behsa têkiliyên malbatî, keda jinan û her wiha kêliyên jiyana rojane ya reşikan jî dike. Ji bo ew van tabloyan çêke gelek caran endamên malbata xwe û hin caran jî hevalên xwe weke model bi kar tîne. Piştî ku ew tabloyên xwe diqedîne, tevî hevserê xwe Ariston Jacks fotografên tabloyan jî digirin û bi vî awayî karê ku dike, temam dibe. 

Ev xebatên La Toya Hobbs di pêşangeha bi navê “Carving a New Tradition” (Verotina rêûresmeke nû) tên nîşandan. Pêşangeh li paytexta eyaleta Tennesseeyê yanî bajarê Nashvilleyê li “Frist Art Museum” vedibe û heta 28’ê Nîsana 2024’an xelk wê karibe here serdana pêşangehê û van tabloyan bibîne.

Stereotîpên serdest ji holê radikim

La Toya Hobbs dibêje, ew derbarê jinên reşik de nihêrînên heyî dişikîne û got, “Ez weke şêwekarekê hin tiştên ku derbarê jinên reşik de tên berevajîkirin, sererast dikim û ji bo di navbera bîner û jinên reşik de diyalogek ava bibe, bi nîgaşên fîgûratîf dadikevim. Bi vî awayî hin stereotîpên ku serdest in, ji holê radikim. Xebatên min behsa xweşikî, manewiyat, dê û xwişkîtiyê dikin. Ev babetên min ên sereke ne. Herçî teknîk e, ez ji teknîkên rolyef ên bi rêya çapê tên çêkirin, sûdê werdigirim. Lê wekî din ji rêûresmên heyî yên şêwekariyê jî sûdê werdigirim. Yanî ez teknîkên tevlîhev li ser tabloyekê, bi hev re bi kar tînim. Desen, reng û ahenga li ser tabloyan hîsên min ên şexsî ne, lê dikarim bibêjim, ev berhemên min di warê navneteweyî de jî ne kêmî yên şêwekarên din in.”

Dixwazim têkiliyekê ava bikim

Resmên ku bi teknîka çapê tên çêkirin, beşeke girîng ên karê La Toya Hobbsê ne. Ew resmên xwe li ser kaxezên mezin çap dike. Lê beriya ku çap bike, bi hezaran xêzan dikşîne da ku ev resmên wê yên fîgûratîf di çapê de baş xuya bikin. Jixwe, gava ji çapê derdikevin jî hema bibêje, bê qisûr in. La Toya Hobbs derheqê teknîka çapkirina resman de jî dibêje, “Ez dixwazim têkiliyeke rewan di navbera resmên xwe û teknîka xwe de ava bikim.”

Reûresmeke nû ava dike

Kurator Dr. Rebecca VanDiver ku di warê hunerên Efro-Emerîkî de xebatên akademîk birine serî û niha li Zanîngeha Vandrebilt dixebite, tabloyên LaToya Hobbs dinirxîne û dibêje, “Hobbs di pratîkên xwe yên hunerî hemûyan de dide pey şopa jinên reşik û keda reşikên li dîasporayê teswîr dike. Ew bi teknîkên ku bi kar tîne jî rêyeke nû ji xwe re diyar dike. Ew hem bi naveroka van wêneyên xwe û hem jî bi teknîka xwe, şêwaz ango rêûresmeke nû ava dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN