ROJ HOZAN / NÛJINHA / QAMIŞLO
Xezal El- Mutleq li Gundê Til Mişhin ya girêdayî bajarokê Çilaxa Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriye hat dinê. Di navbera 105 salan de pîşeyeke çandî ji kevneşopiya resen a çanda Ereban girtiye ew jî ristina hiriyê û çêkirina amûrên jiyanê ye. Bi qasî 8 nifşên piştî xwe re hîn kiriye, zarokên wê, neviyên wê, gundiyên wê û gelek mirovên ji deverên cuda yên vê çandê diparêzin.
Fêrî 8 nifşan kiriye
El Mutleq li ser pîşeya xwe ya ristina hiriyê û jê çêkirina amûrên jiyanê axivî û wiha got;“Di temenê 14 saliya xwe de dayika min min fêrî ristina hiriyê kir. Berhemên me piranî li welatên Ereban weke Erebistana Sûdiyê dihatin firotin. Li kêleka wê jî me ji mûyê bizinan konê xwe çêdikirin. Her wiha me ji çermê bizinan meşk çêdikirin û jê me nivîşkê esîl û rûnê Erebî radikir. Jiyana me hemû bi keda destê me bû.”
Dîrok nebe paşeroj nabe
Xezal El- Mutleq di dawiyê de wiha dibêje;“Dema ez biçim li ser dilovaniya xwe hêviya min ew e ku tu carî dîroka xwe ji bîr nekin û xwedî li hev derbikevin. Civaka ku dîroka wan nebe pêşeroja wan jî wê nebe.”