Serokwezîrê Îtalyayê îstifa dike

Pêncşem 21 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ragihand ku piştî sê hevkarên koalîsyonê di parlamenê de piştgirî nedane hikûmeta wî, wî jî biryar daye ku îstîfa bike.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ragihand ku piştî sê hevkarên koalîsyonê di parlamenê de piştgirî nedane hikûmeta wî, wî jî biryar daye ku îstîfa bike.

Draghi di axaftina xwe ya pêncşemê ya li meclsîa giştî ya li Romayê de got, “Li hemberî dengdana şeva bihurî ya li Senatoyê [20.07.2022] ez dixwazim rûniştin were bipaşxistin, ji ber ku ez ê herim cem Serokkomar û li ser biryara xwe wî agahdar bikim.”

Li gorî nûçeyên medyayê, Draghi ji bo ku îstifa xwe pêşkêş bike çû cem Serokkomar Sergio Mattarella.

Ger Mattarella pêşniyaza îstîfaya muhtemel a Draghi qebûl bike, hingê biryara siberoja siyasî ya Îtalyayê wê di destê wî de be. Dikare hilbijartineke nû bide destpêkirin yan jî di parlamenê de pirraniyeke hukûmetê ya nû bixwaze.

Draghi hefteya bihurî îstifa kiribû lê Serokkomar Sergio Mattarella îstifaya wî qebûl nekiribû. Wî jî bi şertê wergirtina dengê bawerîpêanînê wezîfeya xwe dewam bike.

Draghi çarşemê êvarê li parlamentoyê dengê pêbaweriyê wergirt. Lêbelê, gelek parlamenter beşdarî dengdanê nebûn: Sê hevkarên mezin ên koalîsyonê yên Draghi, Lega, Forza Italia û 5 Stars, demeke kin berî dengdanê ragihandibûn ku ew ê beşdar nebin.  

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.