• Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, tevî şandeke payebilind a Iraqê çû serdana Hewlêrê. Serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wî kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, tevî şandeke payebilind a Iraqê çû serdana Hewlêrê. Serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wî kir.

Û çav li rê bû ku ew bi rayedarên Barzaniyan re bicive. Di nava şandeyê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Inad, Wezîrê Navxwe Osman Xanimî û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî hene.

Şandeya Iraqê bi berpirsên PDK´ê re li ser êrişa li dijî Hewlêrê ya Îranê civiya. Şande 
çû cihê hedefên êrişa Îranê jî.

Di êrişa Supaya Pasdaran de li gorî wezareta navxweyî ya PDK´ê 2 welatî bi sivikî birîndar bûne. Li gorî Îranê di êrişê de 9 endamên îstçxbarata Îsraîlê yan hatine kuştin yan jî birîndar bûne. 

Axir şandeya Iraqê pêşî bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî re civiya. Derbarê naveroka hevdîtinê de ti daxuyanî nehate dayîn, lê Barzanî di ser hesabê xwe re bi Ingilîzî peyamek weşand û got, “Her du aliyan li hev kiriye ku tîmeke lêpirsîna taybet bê damezrandin ji bo ku êrişa li rastiya êrişê bikolin.”

HEWLÊR