Serokên PDK’ê û YNK’ê wê bicivin

Duşem 19 Îlon 2022 - 22:36

  • Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li ser namzetê serokkomariya Iraqê yê nû û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, wê kom bibin.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li ser namzetê serokkomariya Iraqê yê nû û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, wê kom bibin.

Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû civîn çêbe. Beriya civînê medyaya nêzîkî YNK’ê behsa civînê dikir.

Li gorî hatî ragihandin her du serok wê li ser namzetê serokkomarê nû yê Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bicivin.

Civîna navbera Bafil Talebanî û Mesûd Barzanî de di demeke wiha de ye ku çarçoveya hemahengî ragihandibû ku wê piştî Çilê Îmam Husên dest bi pêngavên ji bo pêkanîna hikûmeta nû bikin.

Hêjayî gotinê ye ku rexmî 11 meh li ser hilbijartina pêşwext a Iraqê re derbaz bûye jî hîna serokkomar û serokwezîrê nû yê Iraqê nehatiye diyarkirin, her wiha hikûmeta nû ya Iraqê jî nehatiye avakirin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.