Serokê fraksiyona YNK’ê Herêm Kemal Axa ye
Sêşem 8 Sibat 2022 - 22:33
- Li gorî medya YNK’ê bi pirraniya dengan, Herêm Kemal Axa weke serokê fraksiyona YNK’ê a li parlamena Iraqê hatiye hilbijartin.
Li gorî medya YNK’ê bi pirraniya dengan, Herêm Kemal Axa weke serokê fraksiyona YNK’ê a li parlamena Iraqê hatiye hilbijartin.
Berdevka Fraksiyona YNK’ê ya li Parlamena Iraqê, Sozan Mensûr ji medya nêzî hizba xwe re axivî. Sozan Mensûr got, bi pirraniya dengan
Herêm Kemal Axa weke serokê fraksiyona YNK’ê ya li parlamena Iraqê hatiye hilbijartin.
Herwiha Mela Kerîm bûye cîgirê serokê fraksiyonê û Karwan Yarweys jî bûye biryarder. Sozan Mensûr da zanîn ku ew bi xwe jî weke berdevka fraksiyonê hatiye hilbijartin.
Fraksiyona YNK’ê li parlamentoya Iraqê xwedî 19 kursî ye.
BEXDA