Şermeke mezintir e

Şemî 11 Kanûn 2021 - 08:24

Çalakiya li Sêmalkayê di roja xwe ya 68’an de dewam dike. Doh endamên Komîteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê û endamên Partiya Komarî ya Kurdistanê çûn serdana çalakiyê. Di daxuyaniyan de bang li PDK'ê hate kirin da ku were ser xeta neteweyî û cenazeyên şehîdan radestî malbatan bike.

Endamên Komîteya Perwerdeyê ji meydana çalakiyê heta sînor meşiyan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimire xiyanet" gotin, piştre daxuyanî dan çapemeniyê.

Endamê Komîteya Perwerdeyê, Abdulhekîm Fexredîn Mîrza daxuyanî xwend û got: “Dewleta Tirk êrişan nemirovane dibe ser gerîlayan. Ya şermtir û xirbatir jî ew e ku ev êriş bi erêkirina hikûmeta Başûr pêk tên. Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd li dijî pîlanên qirêj bibe yek û piştgiriya hev bike. 

Em weke kedkar û perwerdekar bang li rêveberên Başûr dikin da ku pêvajoya hesas a em tê re derbas dibin, li ber çavan bigirin û dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berdin. Divê demildest bersivê bidin daxwazên malbatên şehîdan. Mafê her malbatê heye ku cenazeyê zarokên xwe defin bike û mafê her malbatekê ye ku şehîdên ku ji bo Kurdan canê xwe feda kirine, bi rûmet defin bikin. Divê hikumeta Başûr jî vê berpirsyariyê bi cih bîne."

Piştî daxuyaniya çapemeniyê endamên komîteyê li konê çalakiyê civiyan. Piştre şandeya Partiya Komarî ya Kurdistanê serdana konê çalakiyê kir.

Serokê Partiya Komarî ya Kurdistanê, Bekir Mihemed Îsa got, "Çi dibe bila bibe, diviyabû wan cenazeyên me teslîm bikirana. Lê xuya ye li ser cenazeyên şehîdan şerê me dikin. Revandina cenazeyên şehîdên me li nava xaka Kurdistanê, şermeke mezin e. Divê Mesûd Barzanî qaşo pêşengiya gelê Kurd bikira, lê xiyanetê li gelê xwe dike. Heke cenazeyên me desteser kiribin, jixwe şermeke mezin e lê heke radestî dewleta Tirk kiribin, şermeke mezintir e."

Çalakiya ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê 5'ê Cotmehê dabû destpêkirin, di roja 68’an de dewam dike, lê rayedarên PDK’ê hê jî bê deng in.

ANHA/DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.