Serketiyên mihrîcanê pirtûkên xwe îmze kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Adar 2025 - 15:15

  • Di Pêşbaziya Mîhrîcana Osman Sebrî de yên ku bi ser ketibûn dosyayên wan hatin çapkirin. Ji bo îmzekirina pirtûkan li Baxçeyê Xwendinê ya Qamişloyê çalakiya îmzekirina pirtûkan li dar ket.

Ev dosyayên ku niha hatine çapkirin di pêşbaziya 2023'yan de bi ser ketibûn.
6 helbestvan û nivîskar; Diyaa Îskender, Mîdiya Berekat, Mehmûd Ebdo, Kamîran Simo Hedilî, Ebdilbarî Ehmê û Ebûdê Mexo ligel berhemên xwe li bexçeyê bûn û pirtûkên xwe ji bo mêvanan îmze kirin.

Pirtûk wek diyarî ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine çapkirin. Berhemên her şeş helbestvanan bi zimanê kurdî û erebî ne, helbestvan jî ji bajarên Laziqiyê, Efrîn, Qamişlo, Dêrik û derveyî welat in.

Di merasîma îmzekirinê de nivîskar, helbestvan, wêjevan, malbat û hevalên helbestvanan û endamên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê amade bûn.

'Ji ber êrîşan çalakî taloq bûbû'

Endamê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ebdulmecîd Xelef got, "Diviyabû helbestvanan sala 2024`an pirtûkên xwe îmze bikirana, lê ji ber êrîşên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî taloqî vê salê bû."

'Emê pirtûkxaneya Osman Sebrî vekin'

Endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê jî axivî û destnîşan kir ku lidarxistina Mîhrîcana Osman Sebrî bûye 2 salan carekê û wan biryar daye bi van pirtûkên ku di pêşbaziyê de bi ser dikevin, di demên pêş de pirtûkxaneyekê bi navê Osman Sebrî vekin.

Evdikê li ser pêşbaziya ku îsal dê li dar bixin jî sekinî û got, "Pêşbaziya Mîhrîcanê îsal 1'ê Mijdara/Sermaweza 2025’an dê bê lidarxistin. Îsal pêşbirka mîhrîcanê dê li ser şanoyê be, ji bo xalên xwegihandina wan jî emê di demeke nêz de ragihînin.”

Piştî axaftina hunermend Beha Şêxo bi stranên xwe coş da çalakiyê.
Berî sala 2023'yan mîhrîcan roja 11'yê kewçêrê roja salvegera mirina Osman Sebrî de dihat li dar xistin lê ji ber ev rastî nêzî salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî hat, biryar dan ku roja 1'ê sermawezê li dar bixin. ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.