Serketina Sinn Feinê
Yekşem 8 Gulan 2022 - 22:36
- Di hilbijartinên parlamentoya Îrlanda Bakur de Sinn Feinê ji 90 kursiyan 27 kursî wergirt û bi vî rengî serketineke dîrokî bi dest xist.
Di hilbijartinên parlamentoya Îrlanda Bakur de Sinn Feinê ji 90 kursiyan 27 kursî wergirt û bi vî rengî serketineke dîrokî bi dest xist.
Gelê Îrlanda Bakur ji bo hilbijartina parlamentê deng da. Di encama dengdanê de Sinn Feinê 27 kursî bi dest xist û bû partiya yekemîn a serketî.
Di rêza duyemîn de jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (Democratic Unionist Party-DUP) 24 kursî bi dest xist. Partiya Tifaqê (Alliance Party) jî bi 17 parlamenteran bû partiya sêyemîn.
Li gorî encamên hilbijartinê, li Îrlanda Bakur ji sala 1921'ê û vir ve ku weke dewleteke bi piraniya Protestanan ava bûye, Sinn Feinê yekemcar mafê wezîfeya serokwezîrtiyê bi dest xist.
Sinn Fein a bi pêşengiya Michelle O'Neill û Mary Lou McDonald dixwazin ku Îrlanda Bakur ji Qraliyeta Yekbûyî cihê bibe û bi Komara Îrlandayê re bibe yek.
Seroka Sinn Feinê O'Neill di axaftina xwe ya destpêkê de ya li ser hilbijartinê got, "Ev yek hilbijartineke rasteqîn a guhertinê ye" û diyar kir, "Ji bo polîtîkaya me û gelê me kêliyeke diyarker e."
NAVENDA NÛÇEYAN