Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike, tevî zextek zêde ya rejîma Îranê ya li dijî çalakvan û welatiyan jî heye, xelk li kolanan e.

Komek ciwanên bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê daketin kolanan û agir pêxistin.

Ciwan li Sine li ser piyan e

Ciwanan kolana li beramberî girtîgeha Sine û avahiya sereke ya hêzên taybet çalakiya xwe lidarxistin. Ciwanan bê navber dirûşmeyên li dijî rejîmê berzkirin û ragihandin ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî tevî dorpêça zêde ya hêzên rejîmê, çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Xelk li gelek bajaran daketin kolanan û agir pêxistin, poster û nîşanên desthilatê hatin şewitandin.

Hamaney poşmaniyê li xelkê ferz dike

Serokê olî yê Îranê Ayetullah Elî Hamaney, ji ber cejna neteweyî ku nêz dibe, efû ragihand. Lê efû bi şertê poşmanbûnê ye. Li dijî vê biryarê Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) ragihand ku ew biryar ji bo dawîkirina nerazîbûnên navnetewî ya li beramberî zextên li ser xwepêşanderan e.

NAVENDA NÛÇEYAN