• Şahida 12´ê Adarê: Roja din bangewazî hat kirin Kurd dakevin meydanan, şehîdên xwe bispêrin axê. Bi hezaran mirov li ber mizgefta Qasimo kom bûn, dîmenekî bi êş û bi heybet jî bû. Merasîmên şehîdan veguherîn serhildanê.

ROJ HOZAN / JÎNHA/QAMIŞLO

Di 12’ê Adara sala 2004’an de Tîma Fitiwê ya futbolê ya ji bajarê Dêrezorê, berê xwe da bajarê Qamişloyê da ku bi tîma Cîhad re maça fotbolê bike. Di destpêka maçê de temaşevanên tîma Fitiwê û berî bikevin stadyûmê, poşet û qutiyên xwe yên avê tijî kevir kiribûn û haziriya xwe ji bo şerê Kurdan kiribû. Rejîma Beesê piştgiriya tîma Fitiwê kir û xwest şer di navbera ciwanên Kurd û Ereb de çêbe. Bi pîlaneke qirêj bi çekan gule reşandin li ciwanên Kurd û di encamê de gelek ciwanên Kurd şehîd bûn. Di roja duyemîn de Kurd rabûn ser piyan da ku cenazeyên ciwanên şehîd bi merasîm û serhildanê veşêrin. Rejîma Beesê bi hovîtiyeke mezin bê ser û ber, gule berdan xelkê û li wir jî gelek ciwanên Kurd birîndar û şehîd bûn. Fatima Tahir yek ji şahidên serhildana 12’ê Adarê ye bi çavên xwe gelek bûyer dîtine. Ew di salvegera 18’an a serhildana Qamişloyê, behsa hingê dike.  

Fatima Tahir armanca tevliheviya ku rejîma Sûriyeyê di navbera neteweyên herêmê de derxist û encamên wê şirove kir û got, “Tevlihevî û cudahiya di navbera neteweyan de hat çêkirin. Bi pîlaneke demdirêj ev bi pêş diket. Helbet dewleta Sûriyeyê li ser pîlanê dixebitî da ku li herêmê Kurd û Ereban berde hev. Siyaseta rejîmê xwestiye cudahiyê bixe navbera wan û ruhê dijminatiyê ava bike da ti carî bi fikir û nihêrîna xwe nebin yek.”

Kujer ji Dêrezorê tên

Fatima Tahir bûyerên 12’ê Adara 2004’an wiha îfade kirin: “Serhildana 12’ê Adarê Rojeke dîrokî ye ji bo gelê Kurd, roja pejirandina çirûska îradeya Kurd li dijî zilm û zordariyê bû. Sibeha 12’ê Adarê, ez bi rê ve diçûm min dît wesayîdên tîma Fitiwê ya Dêrazorê ber bi Qamişloyê ve dihatin, ew nivîsa li ser wesayîtên wan bala min kişand. Li ser nivîsîbûn ‘mirin ji Dêrezorê ve tê’, min ji birayê xwe pirsî van çima wisa nivîsiye? Bi rastî ez wisa matmayî mam, ez fikirîm ka wê îro çi biqewime. Dema tîma Fitiwê ya Dêrezorê hat ku bi tîma Cîhad a Qamişloyê re bilîze hê li ser riya trênê poşet û qutiyên xwe yên avê tijî kevir kiribûn û wisa ketibûn stadyûmê. Di stadyûmê de temeşevanên Kurd pirr bûn, her kesî berê xwe da wir, piştgiriya tîma Cîhad a Qamişloyê bike, tîma Fitiwê bi temeşevanên xwe re hatibûn şer nehatibûn bilîzin. Temeşevanên Fitiwê xeberên nijadperest ji xortên Kurdan re gotin û bi keviran dest bi şer kirin û lîstik neçû serî. Destpêkê ne şerê çekan bû, tenê lêxistin bû, dema rejîmê dît xortên Kurdan zora Ereban birin, dest bi reşandina guleyan kirin. Ti çek bi Kurdan re tinebû, hemû sivîl bûn di encamê de gelek ji ciwanên Kurd şehîd bûn. Her kes bi hewara zarokên xwe ve çû, mirov li zarokên xwe digeriyan.”

Fatima Tahir dibêje, merasîma ji bo şehîdên 12’ê Adarê, piştî bi rojekê veguheriye serhildanê: “Roja din bangewazî hat kirin Kurd dakevin meydanan, şehîdên xwe bispêrin axê. Bi hezaran mirov li ber mizgefta Qasimo kom bûn, dîmenekî bi êş û bi heybet jî bû.

Merasîmên şehîdan veguherîn serhildanê. Em gihîştin cem gumrikê, rejîmê gule reşandin, xortekî ciwan min ew nas dikir, bi min re di meşê de bû li pêşiya çavên min gule lê ket û şehîd bû. Du leşkerên rejîmê li ser motor gule bê ser û ber li xelkê reşandin, li wir jî gelek mirov birîndar bûn. Mirovan deriyên mala xwe ji hev re vekirin û xwedî li hev derketin.” 

Birîndar derman kirin

Fatima Tahir birîndaran jî derman dike: “Ez demekê hemşîre bûm û min birîndarên 12’ê adarê derman dikirin yanî me erk û berpisyariyeke mezin hilgirt ser milên xwe. Serhildan li herêmên me belav bû, ji Şam û Helebê heya Dêrikê, Kurd rabûn ser piyan. Di roja sêyemîn de rejîmê qedexe îlan kir, Kurdên Qamişlo li mala xwe man û bazar girtin. Erebên taxa teyî dikan û milkê Kurdan di bazarê de talan kirin û birin. Em ji bîr nakin bûyerên ku di 12’ê Adarê de bi serê Kurdan qewimîn.”

Partiyan Kurd parçe kirine

Ji bo helwêsta rejîma Beesê jî Fatima Tahir dibêje, “Sûriyeyê got ‘bi qasî 20 salan min li Qamişlo kar kir û Kurd kirin 20 partî, bi biryarekê hemû bûne yek.’ Ji berê ve gelê me destekê dide hev û yek e, lê mixabin berjewendiyên partiyan di roja îro de ew parçe kirine. Serhildana Kurdan bi saya pêşengiya Tevgera Azadiyê bû, ji ber şert û merc pirr zehmet bûn vê tevgerê civaka me birêxistin kir.

Me dixwest em heqê xwe di vî welatî de bistînin û hebûna gelê Kurd were dîtin.”