• Mardîn li ser gora xwe ya li Şehîdgeha Helebce behsa serpêhatiya xwe ya wendabûnê û vegera helebce dike.

Mîhreban Selam Kakayî ji ajansa nûçeyan JINHA´yê re behsa serhatiya Mardîn a ji Helebce dike.

Gelek zarokên Helebceyê, piştî qirkirinê, piştî êrişa 16´ê Adara 1988´an wenda bûn û ji bo wan kêlên goran hatin danîn. Mardîn Mehmûd Fetah yek ji wan e: “Navê min Mardîn Mehmûd Fetah e. ez yek ji wan zarokan im ku li Helebce wenda bûn. 16´ê Adara 1988´an, gava ku êrişa kîmyewî li dijî Helebce çêbû, ez di jêrzemînekê de bûme, tevî malbata xwe. Eskerên Îranê gava ku tên alîkariya birîndaran û saxfilitiyan bikin, min dibînin û bi xwe re dibin Îranê. Li nexweşxaneyekê 3 mehan hatim dermankirin. Piştre ez weke ewlad dam malbateke Îranî. Ez 12 salan li cem wê malbatê mam. Rojekê gava dilîstim, hevala min got, tu ne zaroka vê malbatê yî, tu ji Helebceyê yî. Malbatê paşê rastî ji min re got. Kesê ku min weke bav nas kir, nexweş ket û beriya bimire wesiyeta wî bû ku ez malbata xwe ya rastî bibînim.”

Rêwîtiya wê wisa ber bi Helebceyê ve dest pê dike. 

Li ser gora xwe…

Mardîn sala 1998´an diçe Başûrê Kurdistanê, diçe Helebceyê: “Ragihandin hingê weke îro ne belav bû. Min derfetên heyî bi kar anîn û îlan da, ´ez ji keçên wenda yên Helebceyê me´. Min xizmên xwe dîtin û îro jî li Helebce dimînin.”

Mardîn serpêhatiya xwe li ser gora xwe ya li Şehîdgeha li Helebce dibêje: “Ya di vê gorê de ez im, lê ya rastî ez sax im”.

Mardîn piştî ku xizmên xwe dibîne, ji nû ve jiyan ji bo wê dest pê dike. Wê komeleyeke bi navê ‘Komeleya dîtina zarokên wendabûyî’ damezrand. Bavê Mardînê beriya bi salan miriye, bi dayika xwe re li Helebce dimîne: “Piştî ku vegeriyam welatê xwe min xwend, ez li zarokên wendabûyî geriyam. Niha em zêde bûne û bi hev re li wan zarokan digerin. Navê komeleyê ne tenê ‘Komeleya dîtina zarokên wendabûyî yên Helebce’ ye. Lewma zarokên ji sedemên cihê wendabûyî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hene. Xebatkarên komeleyê hemû, xizmên wendahiyan in.”

HELEBCE