Serfermandarê Iraqê li Şengalê bû

Sêşem 3 Gulan 2022 - 21:21

  • Rewşa dawî ya li Şengalê, rewşa agirbest û hevdîtinên di navbera hikûmeta navendî, artêşa Iraqê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê û YBŞ´ê re ye. Gelo agirbest wê veguhere rewşeke aramiya mayînde hîna nediyar e.

Piştî ku artêşa Iraqê beriya bi sê rojan bi şev êriş bir ser Şengalê û pêr jî seranserê rojê di navbera hêza dagirker a hikûmeta Kazimî û hêzên parastina Şengalê de şer qewimî. Aliyan daxuyaniya fermî li ser wendahiyên di şer de neda. Lê herî dawî pêr berêvarkî, rewş aram bû û artêşa Iraqê ji navenda navçeyan vekişiya. Doh jî Şandeke leşkerî ya Artêşa Iraqê ya tevî Cihgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Serleşker Ebdulemîr El-Şemerî û Serfermandarê Giştî yê Artêşê Ebdulemîr Reşîd Yarallah çû Şengalê. Li Şengalê doh seranserê rojê di navbera heyeta artêşa Iraqê û aliyên leşkerî û yên rêveberiya Xweser a Şengalê de hevdîtin hebûn. 

Beriya pêkhatina van hevdîtinan, ji bo agirbestê, hêzên nîzamî ji navenda navçeyan vekişiyabûn. 

Piştî êrişên hikûmeta serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yên li ser Şengalê, doh şandeke leşkerî ya Artêşa Iraqê tevî Cihgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Serleşker Ebdulemîr El-Şemerî û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah çû Şengalê.

Li ser naverok û encamên hevdîtinê heta nûçeya me dihat amadekirin ti agahî nahetibû bidestxistin. 

Rola PDK û dewleta Tirk

Artêşa Iraqê beriya bi sê rojan, bi şev bi hejmarek zêde ya leşker, tank û topan xwest Şengalê dagir bike. Lê berxwedana hêzên Asayîşa Êzîdxanê, YBŞ-YJŞ´ê û civaka Êzîdî destûra vê neda. Doh di dema hevdîtinên aliyan de li Şengalê şer sekinîbû û rewşa giştî aram bû.

Artêşa Iraqê bi fermana Fermandariya Operasyonên Nînovayê ya di bin bandora dewleta Tirk û PDK’ê de, êrişan kir.

Artêşa Iraqê ji milê gundê Tirbika ve yê  ser bi Rabîayê, hêzeke mezin ber bi Sinunê ve şand û xwest bikeve Şengalê. Di heman demê de ji milê Hardan ve jî hêzeke mezin xiste nava liv û tevgerê.

Li devera Dugurê jî hêzeke zêde ya Iraqê civand û li vê herêmê jî artêşa Iraqê êrişeke giran bi pêş xist, heta bi tankan jî êrîş pêk anî.
Balefir û helîkopter bi kar anîn Artêşê Iraqê teknîka xwe hemû, çek û cebilxaneyên xwe hemû bi kar anîn. Wê li Sinûnê helîkopter û balafirên şer jî bi kar anîn.

Di êrişa pêr bi roj de artêşa Iraqê li Sinûnê li avahiyeke dibistanê jî xist û ev avahî rûxand. Ev jî dibe sûcê şer, ji ber ku artêşa Iraqê binesaziya sivîl kire hedef. 

Li hemberî van êrişên artêşa Iraqê, civaka Êzîdî jî kete nava liv û tevgerê, dayîk, ciwan, bav û bira bi hev re kom bûn û piştgiriya xwe bi hêzên parastina Şengalê re anîn ser ziman. Gelek dayîk û ciwanên ku li gel hêzên parastina Şengalê rext dabûn pişta xwe û çek hildabûn jî bal kişande.

Li Şengalê piştî êrişên artêşa Iraqê yên li ser hêzên parastina Şengalê dest pê kir, civaka Êzîdî kete nav liv û tevgerê û nîşan da ka çiqasî bi destketiyên xwe re dilsoz e û hazir e wan biparêze. Welatiyan pêr bi şev, li gelek saziyên civaka Êzîdî nobet girt û xwedî li asayîş û saziyên xwe derket.

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.