Sereqet topbaran dike

Sêşem 11 Cotmeh 2022 - 03:40

Dewleta Tirk a dagirker gelek deverên Eyn Îsa, Girê Spî, Şehba û Til Temirê bombebaran kirin. Ji ber bombardûmanê li Eyn Îsayê mizgeftek hilweşiya, xisar li gelek gundan bû.

Dewleta Tirk 9'ê Cotmehê roja Yekşemê ji saet 16:00´an û pê ve dest bi bombekirina gundên li rojavayê Girê Spî û Eyn Îsayê kir.

Êriş bi fuze, hawan û tankan hate kirin. Di êrişan de ku yekser li gundan hate kirin, li gundê Fatsayê beşek ji mizgeftekê xera bû.

Doh û pêr bi taybetî gundên Cedîda, Mişêrfê, Seramid, Fatsa, Hiwêca, Um Beramîl, Xazilî, Zenûbiya û Xirbet Beqer, her wiha derdora şirketa çîmento ya Kobanê hatin bombekirin. Bombardûman li 25 gundan hate kirin.

 

Di salvegra dagirkeriyê de êriş

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku li gel êrişên li dijî Eyn Îsayê, roja Yekşemê gundên Bokîc û Ewn Dadat ên li bakurê Minbicê 19 caran hatine bombekirin.

Gundê Kawkilî yê li rojavayê Babê bi obusan hate bombekirin.

Sibeha Yekşemê gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê û gundê Um El Kêf ê li rojavayê navçeyê bi çekên giran hatin bombekirin.

Gundê Bobî, Esediyê, Dada Ebdal ên Zirganê jî hatin bombekirin.

Bi dema herêmî saet di 13:00´an de gundên Zîwan û Til Enab ên Kantona Şehbayê hatin bombekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.