Serekcerdevan sax filitî

Çarşem 17 Mijdar 2021 - 23:56

  • Li navçeya Şirnexê Cizîrê serekcerdevan Emîn Nergiz di çalakiyeke bombeyî de birîndar bû. 

Li navçeya Şirnexê Cizîrê serekcerdevan Emîn Nergiz di çalakiyeke bombeyî de birîndar bû. 

Li gorî agahiyan, 16’ê Mijdarê bi şev li Cizîrê li dijî serekcevan Emîn Nergiz çalakiya bombeyî hatiye kirin.

Serekcerdevan li taxa Konakê li 'TOKÎ'yê dema ku li wesayita xwe siwar dibe, hin kesên nasnameya xwe nediyar, bombeya destan diavêjinê.

Nergiz di çalakiyê de birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî teqînê li navçeyê tevgera wesayitên zirxî çêbû. Heta niha ti kesî berpirsiyariya çalakiyê li xwe negirtiye.  

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.