Şêrê zêrîn dan Emerîkiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 14 Îlon 2020 - 04:06

Festîvala Filman a Venedîkê ya 77´an bi encam bû û Şêrê Zêrîn ji bo filma Nomadland (Welatê koçeran) dan derhênera Emerîkî Chloé Zhao. Xelata Mezin a Juriyê jî dan filma Meksîkî "Nuevo orden" a ku Michel Franco derhêneriya wê kiriye. Belgefilma hosteyê Îtalî Gianfranco Rosi "Notturno" bi xwe di festîvalê de xelat wernegirt.
Filma Nomadlandê behsa komek mirovên kal û pîr dike, yên ku her diçe feqîr dibin û di karawanan de dimînin; lê belê wan hîna dev ji wê xewna Emerîkî ya jiyaneke xweş jî bernedaye.
Frances McDormand tê de rola jinebiyekê dike. Piştî ku kana lê kar dike tê girtin, neçar dimîne welatê xwe bi cih bihêle. Bi karawana xwe ew li kar digere. Hingê jî rasta wê civaka bi karawanan tê û dibe yek ji wan. Ew alîkariya hev dikin û ji jiyana xwe hewl didin ya herî baş derêxin meydanê.
Par jî filmekî ji Emerîkayê xelata filma herî baş a festîvalê yanî Şêrê Zêrîn wergirtibû. Filma Joker a ku Todd Phillips derhêneriya wê kiribû par di festîvalê de bi ser ketibû.

VENEDÎK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.