- Rojnameya Corrire della Sera weke ku ji sefîr re bibêje, serê xwe li dîwar û hêtan bide, bi wêneyekî Rêber Abdullah Ocalan û nivîseke kurt a xwediyê gotarê Antonio Ferrari bersiv da sefîr.
Ji rojnameyên herî kevn û xwedî rêûresmeke zexm ên Îtalyayê, Corrire della Sera nûçeyek li ser Rêber Abdullah Ocalan weşandibû. Ji ber vê sefîrê Tirk ê li Îtalyayê Murat Esenlî aciziya xwe ji rojnameyê re nivîsî. Rojnameyê bi wêneyekî mezin bersiv da sefîrê Tirk.
Rojnamevan û nivîskar Antonio Ferrari bi navê “Ji Ocalan ê cezayê muebedê lê birrî, kitêb” nivîsek 13´ê Kanûnê di rojnameya Corrire della Sera de weşandibû. Ferrari di nivîsa xwe de destek da kampanyaya Azadî ji Ocalan re û Ocalan şibandibû ji pêşengên tevgera berxwedana li dijî faşîzma Mussolini, serokkomarê Îtalyayê yê 7´an Sandro Pertini. Ferrari di nivîsê de behsa bibîranînên xwe jî kiribû elaqedarî sala 1993’yan dîtina Rêber Ocalan li Beqaayê. Wî bi dîmen û wêneyên hingê jî gotara xwe xurt kiribû.
Dilê sefîr mabû
Rojnameya Corrire della Sera ji sala 1876´an ve bi slogana “Fikrên azadiyê” li seranserê Ewrûpa tê belavkirin û yek ji rojnameyên tîraja wan herî zêde yên Îtalyayê ye. Gotara li ser Ocalan, sefîrê Tirk ê li Romayê Murat Salim Esenlî diyar e ku aciz kiriye. Wî ji Rêveberê Weşanê yê Rojnameyê Fontana re nameyek şand. Di nameyê de ew wê kelevajiya dibêje, Kurd û PKK teriorîst in, dubare dike. Ew rojnameyê jî bi dezînformasyonê gunehbar dike û dibêje, “dilê wî gelekî maye”.
Bersiveke manedar
Rojnameyê weke ku ji sefîr re bibêje, serê xwe li dîwar û hêtan bide, bi wêneyekî Rêber Abdullah Ocalan û nivîseke kurt a xwediyê gotarê Antonio Ferrari bersiv da sefîr.
Di gotarê de peyama “Em xwediyê gotina xwe ne” hat dayîn û gotara 13´ê Kanûnê jî ji nû ve hat parvekirin. Ferrari di bersivê de dibêje, “Piştî weşandina gotarê, min texmîn dikir ku dewleta Tirk wê dest werde. Ez her tişta min ji bo evîna ji bo heqîqetê nivîsî, careke din piştrast û erê dikim. Hem ji bo min û hem jî ji bo pirraniya Îtalyan û Ewrûpiyan, Ocalan mexdûrek e ku bi neheqî hatiye girtin û zilm lê dibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN