Şerê Tirkan li dijî baxên Bilbêsê

Yekşem 20 Tebax 2023 - 16:16

MEHMET GULEŞ - ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Gundê Bilbêsê ev bû 24 roj ku leşkerên Tirk dor lê girtiye. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) ê Şirnexê Zekî Îrmez çû serdana gund û got, destûr nayê dayîn gel biçe nav bax û baxçeyên xwe jî.

Operasyonên leşkerî yên li hawîrdora gundê Bilbêsê yê ser bi Elkêya Şirnexê, didomin. Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê Tîrmehê û 4’ê Tebaxê û di navbera 8’ê Tebaxê û 23’yê Tebaxê de du caran ketin û derketina gund qedexe kir. Piştî biryara qedexeyê, tank şandin herêmê û herêm ji hêla balafirên şer û helîkopterên êrişê ve hate bombebarankirin. Hat zanîn ku ji ber dorpêça leşkerî ya ji 29’ê Tîrmehê ve, xelkê gund bi rojan nekarîne biçin nav bax, baxçe û zeviyên xwe. Wekî din leşkerên Tirk destûrê didin ku şivan heta cihekî diyarkirî pez bibin. Dorpêça li ser gundan, didome. Di 1’ê Tebaxê de hêzên delweta Tirk bi ser malan de girtibû û Îzettîn Cîn kiribû nezaretê. Di 3’yê Tebaxê de jî Dadgeha Cezayên Sulhê biryara berdanê da. Lê belê li ser îtîraza dozgeriyê ew hate girtin.

 

Zilma li gundiyan bûyî

Şandeyeke ji Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal û Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di 13’ê Tebaxê de çû serdana gundê Bilbêsê. Xelkê gund qala tiştên bi serê wan de hatine kir û got: “Ji ber bombebarankirina herêmê daristan şewitîn. Li ser giran hemûyan leşker hatine bicihkirin. Bi rojan destûr nedan ku em biçin nav bax û baxçeyên xwe û li sewalên xwe binihêrin. Me nekarî pezê xwe bidoşin. Her wiha leşkeran hewl da daristanan bişewitînin lê agir bi wan neket. Ji ber xwe ve vedimiriya.”

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez got, ev zêdetirî 8 mehan e ku li Şirnex û navçeyên wê qedexeyeke fiîlî heye: “Ji 29’ê Tîrmehê ve jî ketin û derketina li gundê Bilbêsê yê ser bi Elkê li welatiyan hatiye qedexekirin. Me hefteyekê nekarî ti agahiyan ji gundiyan wergirin. Welatiyên li derdora gund hewl dan agahiyekê jê bigirin, lê nekarîn. Beriya wê jî li gundê Peyindas ê Tetwana Bedlîsê dorpêça leşkerî û operasyon hebû. Li wir gelek gundî xistibûn nezaretê û êşkence li wan hatibû kirin. Fikarên me çêbûn ku heman tişt li Bilbêsê jî hatibe kirin.”

 

Dorgirtin şikandin

Îrmez, da zanîn ku di ketina gundê Bilbêsê de kontrola nasmameyê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Gund, di heman demê de taxeke Elkê ye. Lê ti peywendî pê re nîne. Bi çûna xwe me ev dorgirtin heta astekê rakir. Li gund kesek hatiye girtin û ji bo 2 kesan jî biryara girtinê hatiye dayîn. Li girên bilind hemûyan li dora gund leşker hatine bicihkirin. Tirsê di nava gel de belav dikin. Bi rojan sewalên wan li der mane. Destûr nedane ku xelk sexbêra sewalên xwe jî bike. Tevî dorgritinê jî xelkê gund bi înîsiyatîfa xwe sewalên xwe birine cihekî ewle.”

 

Xelkê gund naçe ti derê

Îrmez di dewamê de da zanîn ku leşkerên Tirk bi dorgirtina li gund, hewl didin gund bidin xalîkirin: “Lê xelkê gund got, çi dibe bila bibe, dorgirtin çiqasî dirêj jî bidome, ew dê bi ti awayî gundê xwe vala nekin. Dibêjin; ‘pezê me, rezên me hene, ma em ê çawa wan berdin û biçin?’ Dorpêça li ser gund didome. Ji ber dorpêçê fikarên xelkê gund jî hene. Heta niha walîtiyê ji bo dorpêça heyî tiştek negotiye. Dorpêç dê di 23’yê Tebaxê de bê rakirin, em ê dîsa biçin serdana gund.”  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.