Şerê NATO’yê li dijî penaberan
În 19 Mijdar 2021 - 23:53
- Berepaşvegerandina penaberan ji Belarûsê ber bi Başûrê Kurdistanê ve ne bi daxwaza penaberan lê bi darê zorê diqewime. Wekî din hevkariya Ingilîstan û Estonyayê bi Lehistanê re ji bo ku sînor li penaberan bigire, nîşan dide ku ev operasyoneke NATO´yê ye.
Doh koma pêşî ya muhendîsên Ingilîz gihişte sînorê di navbera Lehistan û Belarûsê. Wezîfeya wan ew e ku sînor saxlemtir bikin li dijî penaberan. Yanî mesele ji Yekîtiya Ewrûpa û wê de ye û dişibe hevkariyeke di çarçoveya NATO´yê de. Li aliyê din derdikeve holê ku ji 431 kesên Belarûsê vegerandin Iraqê ji sedî 95 Kurdên Başûr in û ji sedî 80´yê wan bi darê zorê hatine vegerandin.
Ji bo xurtkirina sînorê Lehistanê bi Belarûsê re Meliktiya Yekbûyî muhendîs şandin ser sînorî di navbera her du welatan de. Ev koma pêşî ya muhendîsên Ingilîz e ku wê alîkariya Lehistanê li dijî penaberên Kurd bike. Ev hevkariya hanê diyar e ku ji Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û wê de ye û hevkariyeke NATO´yê ye, lewma Wezîrê Bergiriyê yê Ingilîz Ben Wallace jî da zanîn ku ew ê 100 leşkerî jî ji bo alîkariya bi leşkerên Lehistanê re bişînin vî welatî. Li aliyê din hat zanîn ku endamekî din ê NATO´yê Estonyayê jî biryar daye 100 leşkeran ji bo alîkariyê bişîne Lehistanê.
Penaberên ku pirraniya wan Kurd in, bi vî awayî bi operasyoneke NATO´yê ji mafên xwe yên penaberiyê bêpar tên hiştin. NATO jî bi vî awayî tevî endamên xwe hiqûqa navneteweyî û hiqûqa mafê mirovan binpê dike.
Li aliyê din hêzên Belarûsê bi darê zorê penaberên li ser sînor hewl didan sînor derbas bikin, birin kampeke penaberan.
Lê li vê kampê têra xwe cihê manê nîne û ji ber vê jî gelek pirsgirêk derdikevin holê.
Pirraniya penaberan bi darê zorê vegerandin
Beriya çend rojekî, şewirmendê ofîsa serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, Arafat Kerem îdîa kiribû ku li Belarûsê hejmara penaberên ji Kurdistanê ne sed e jî û bi hezaran nîşandana hejmara wan propagandaya li dijî hikûmeta Hewlêrê ye.
Hikûmeta Hewlêrê, Cotyar Adil bi daxuyaniya xwe ya pêr şêwirmendê Barzanî li derewê qeliband: “431 koçber hatine vegerandin û ji sedî 95’ê wan ji Herêma Kurdistanê ne.”
Penaber jî Hewlêrê li derewê diqelibînin
Ji van penaberan ti kes îdîayên hikûmeta Hewlêrê piştrast nake. Penaber dibêjin, ew ne bi dilê xwe vegeriyane û heger karibin wê vegerin Mînskê. Heta di çapemeniya PDK´ê de jî encama îfadeyên penaberan ev e.
Penaberek ji kanalekê re dibêje, “Ji penaberên vegeriyane, ji sedî 80 bi darê zorê hatine vegerandin. Polêsên Belarûsê em kirin nezaretê û em birin balefirgehê. Heger bihêlin, ez niha naçim malê û ji nû ve vedigerim Mînskê [paytexta Belarûsê].”
Penaberekî din ji kanaleke televîzyonê ya hikûmetê re dipeyive: “Em bi zorê hatin vegerandin. Ew hatin bi zorê em ji Hotelê derxistin.”
Lê nûçegihanê kanalê yê bê şerm vê şirovê dike: “Ew dibêje, em bi zorê hatine vegerandin, lê ez nizanim rast dibêje yan na! Li gorî agahiyên me, ew bi xwesteka xwe hatine vegerandin!”
Rastgo hatin bêserûşûnkirin
Heman kanal bi penaberekî din re vê diyalogê dike:
‘’Kanal: Tu çima çûyî?
Penaber: Ez vê pirsê li te dikim. Her bi ciddî tu nizanî çima ev xelk diçe derveyî welat?
Kanal: Ez dixwazim ji devê te bibihîzim.
Penaber: Ez nikarim bi devê xwe bibêjim. Çend kesên rastgo li vir hatin bêserûşûnkirin. Kî cesaret dike li vir rastiyan bibêje?*
Penaberekî Êzîdî yê ji Şengalê jî bi gotina, “Bi xwedê ne ew der (Belarûs) qenc e, ne jî ev der (devera di bin hikmê rêveberiya Hewlêrê de) qenc e.”
*Ji hesabê twitterê yê rojnamevan Şaswar Mame hatin girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN