Serê me bilind e!

Şemî 11 Kanûn 2021 - 01:21

  • Malbata şehîd Merwan Bedel: Em bi şehadeta wî zehf dêşin, lê em bi şehadeta wî serbilind in. Bila dijmin baş zanibe, em ti caran dest ji doza hevalê Dijwar bernadin. 

Li Şengalê sersaxî ji bo hevserokê Desteya Rêveber ê Şengalê Merwan Bedel tên qebûlkirin, di vê çarçoveyê de doh merasîmek jî bi rê ve çû. 

Dewleta Tirk gava ku Merwan Bedel Xwedêda bi zarokên xwe re diçû eydaniyan bikire, êrişî wesaîta wî kir û ew şehîd kir. Bi vê êrişa xwe wê hiqûqa navneteweyî binpê kir û sûcekî şer jî kir. Bi hezaran mirov ji Şengalê û derdorê diçin serdana konê sersaxiyê yê ji bo Merwan Bedel vegirtî. Ew peyamên hevxemî û piştevaniyê didin. Malbata şehîd Merwan Bedel jî peyama “êşa me mezin jî be, serê me bilind e” da.

Dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Kanûnê de bi balafireke biçek a bêmirov êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel kir. Di êrişê de Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) şehîd bû, her du zarokên li gel wî jî di kêliya dawî de ji aliyê welatiyan ve hatin rizgarkirin.

Bavê Şêx jî çû serdana sersaxiyê

Piştî merasîma spartina axê ya şehîd Merwan Bedel li ber mala wî konê sersaxiyê hat vedan. Heta niha bihezaran kes çûn serdana konê sersaxiyê. Rûspiyên Êzîdî û Ereban, oldarên civaka Êzîdî û herî dawî jî Rêberê Ruhanî yê Êzîdiyan Bavê Şêx jî çûn serdana konê sersaxiyê.

Herî dawî jî hevalên Merwan Bedel, malbat, TAJÊ, YBŞ û Meclîsa Xweser a Şengalê di qebûla sersaxiyan de axivîn û soza xurtkirina têkoşînê dan.

Fedayiyê Êzîdxanê

Li ser navê YBŞ-YJŞ’ê Axîn Întîqam di peyama xwe de bal kişand ser pêşengiya şehîd Merwan Bedel û got, “Ew di vê dozê de bû fedayiyek. Fedayîtî ji bo Êzîdxana pîroz, bedelên wek heval Merwan û heval Zerdeşt dixwaze. Bedelên wek Seîd Hesen û Mam Beşîran dixwaze.

Em ji vir car din dibêjin, bila dijminê me baş zanibe, yek Êzîdî jî wê li ber wan serê xwe netewîne. Yên bûne dûvikê dijmin û xiyanetkar jî baş zanibin, em serî natewînin. Em Êzîdî, em ê bi şeref û kerameta xwe li ser vê axê, azad bijîn.”

Malbat li ser doza wî ye

Li ser navê malbatê jî kurmamê Merwan Bedel, Rêber Xelef axivî. Rêber Xelef got, bi şehadeta Merwan Bedel re êşeke mezin ketiye nav dilê Êzîdiyan û wiha dewam kir: “Em bi şehadeta wî zehf dêşin, lê em bi şehadeta wî serbilind in. Bila dijmin baş zanibe, em ti caran dest ji doza hevalê Dijwar bernadin. Wekî malbat em ê her li ser doza wî bin.”

Armancên wî yên me ne

Rêveberiya Xweser a Şengalê jî, bi Cihgirê Desteya Rêveber a Şengalê, Azad Hisên peyama xwe da: "Hevalê me, zanayê me, siyasetvanê me, lehengê me gihişte asta şehadetê. Di dema fermana 2014’an de gelek xortên Êzîdî  berê xwe dan welatên biyanî. Lê şehîd Dijwar dizanibû ku ev civak bi qirkirinê re rû bi rû maye. Şehîd Dijwar erkeke civakî da ser milên xwe û wekî ciwanekî şoreşger ciwan li dora xwe kom kirin. Di YBŞ’ê de kedeke pirr mezin di çeperên pêş de da.

Emê li pey hedef û armancên şehîdên xwe bin û emê xeta wan dewam bikin. Em dibêjin, hedef û armancên wî yên ji bo Êzîdxanê, em ê ne.”

Li ser navê TAJÊ, Sabiha Sebrî jî got, dijminên Êzdiyatiyê, rêberên civaka Êzîdî dikin hedef û di şexsê Merwan Bedel de jî êrişî civaka Êzîdî kirine. Sabîha Sebrî got, “Hevalê Dijwar di YBŞ’ê de xwedî roleke mezin bû, di rizgarkirina Şengalê de hebû, di rizgarkirina keç û jinên Êzîdî de hebû. Her wiha li ku derê pirsgirêkek civakî hebûya, heval Dijwar li wê derê bû. Ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî her tim piştevanê me bû. Hêviyên wî mezin bû. Em ê xwedî li hêvî û armancên hevalê xwe derkevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna Merwan Bedel hate temaşekirin. Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.