• Pêr bi şev li Hewlêrê, li ser rêya Pîrmamê li dijî wesaîtekê êrişeke bi droneyeke bombebarkirî pêk hat.

Pêr bi şev li Hewlêrê, li ser rêya Pîrmamê li dijî wesaîtekê êrişeke bi droneyeke bombebarkirî pêk hat. Di êrişê de li gorî asayîşa PDK´ê 3 kes birîndar bûn. Êriş ne dûrî konsolosxaneya Emerîkî pêk hat. Çapemeniya Îranê û Iraqê tavilê êriş xistin stûyê Îranê û îdîa kirin ku di êrişê de armanc wesayîteke îstîxbarata Îsraîlê MOSSAD´ê bûye û di êrişê de berpirsekî vê tîmê hatiye kuştin. Encûmena Asayîşa PDK´ê doh bi daxiuyaniyekê ev îdîa red kirin. Êriş xiste stûyê milîsên Hizbullahê.

Êrişa bi droneyeke bombebarkirî ya pêr bi şev a li ser rêya Hewlêr û Pîrmamê de êdî ne êrişeke neadetî ye. Lê ya ku êrişa doh taybet dike, nêzîkbûna wê ya li konsolosxaneya Hewlêrê û îdîayên elaqedarî êrişa li dijî MOSSAD´ê ne. Beriya niha Hêzên Quds ên Îranê avahiyek li Hewlêrê bi mûşekan bombe kiribû û îdîa kiribû ku ew avahî navendeke MOSSAD´ê bûye. Li gorî medya Iraq û Îranê, di êrişa pêr bi şev a li ser rêya di navbera Hewlêr û Pîrmamê de berpirsekî îstîxbarata Îsraîlê MOSSAD’ê hatiye kuştin.

Gelo Aylak Ron hatiye kuştin?

Li gorî Intelksy a taybet çavdêriya tevgerên asmanî li welatên Rojhilata Navîn û Derya Spî dike û medya Îran û Iraqê, di êrişa li Hewlêrê de, berpirsekî Yekeya Terorê ya MOSSAD’ê hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan, êriş bi rêya balafira bêmirov a bombebarkirî pêk hatiye û wesayîta tîma yekeya terorê ya MOSSAD’ê têde, bû hedef.

Tê gotin ku berpirsê terorê yê MOSSAD’ê Aylak Ron di êrişê de hatiye kuştin.

Di êrişa li ser rêya Hewlêr û Pîrmanê de zerar li gelek wesayîtan bû. Rayedarên PDK´ê dan zanîn ku di êrişê de 3 kes birîndar bûne.

Lê belê hin detayên êrişê balkêş bûn. Sermeselê Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta PDK´ê Rêber Ehmed çû serdana nexweşxaneyê. Heta niha gelke êrişên bi vî rengî çêbûn, lê rayedarên hikûmetê neçûbûn serdana nexweşxane û birîndaran.

Hîzbullahê kir hedef çi bû?

Encumena Asayîşa PDK´ê li ser îdîayan doh daxuyaniyek da lê ne sedema êrişê û ne jî armanca wê eşkere nekir. Wê got, milîsên Hizbullahê êrişa li dijî Hewlêrê kiriye. Wê got, “Ew drona ku di wê êrişê de hatiye bikaranîn, li devera nehiya Pirdê (Kerkûk) û ji aliyê milîsên Hîzbullahê ve arasteyî Hewlêrê hatiye kirin.”

Encumena Asayişa PDK’ê red kir ku di êrişê de kesek hatibe kuştin. Encumenê neda zanîn ka ji ber çi Hîzbullahê êriş kiriye û hedefa êrişê çî bûye.

NAVENDA NÛÇEYAN