Şer û koçberî nebûn asteng

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 21:03

  • Endamên tevgera Hîlala Zêrîn ên Şehbayê, li navenda çand û huner, hunerê Kurdî bi pêş dixin. 

FÎDAN EBDULLAH / JÎNHA/ŞEHBA

Endamên tevgera Hîlala Zêrîn ên Şehbayê, li navenda çand û huner, hunerê Kurdî bi pêş dixin. Ciwanên ku demekê li navendê perwerde bûne, niha mamoste ne û dersê didin zarokan. 

Li gel perwerdeya deng, ew gelek amûrên muzîkê jî dijenin. Hin ji wan li defê didin, hin ji wan li tembûrê û hin ji wan jî stranan dibêjin.

Gelek ji wan ji ber dagirkeriya Tirkiyê mecbûr mane ji Efrînê koçber bibin û warê xwe bi cih bihêlin. Lê wan bi muzîkê ev rewşa nebaş, aş kiriye.

Perwerdeya di malan de

Bihar Silêman yek ji endamên Hîlala Zêrîn a Şehbayê di beşa muzîkê de ye. Dema ku distire, di ber re jî rîtmê çêdike. Bihar Silêman dibêje, wê 12 salî de dest bi kar û xebatên çandê kiriye, piştî ku ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûye, di sala 2018´an de li Şehbayê dev ji karê çandê bernedaye. Bihar Silêman dibêje, “Me dest ji çanda xwe berneda, ji ber vê gelek astengî û zehmetî ji me re çêbûn û navendên me tine bûn, em di malan de perwerde dibûn”. Ew bi bîr dixe ku wan paşê kariye navendeke xweser a Hîlala Zêrîn ava bikin.

Çand û huner li dijî faşîzma Tirk

Mamosteya govendê ya Hîlala Zêrîn, Zeyneb Îbo dibêje, ew endameke koma govenda gelêrî ya li Efrînê bû û ji ber koçberiya bi darê zorê koma wan parçe bûye. Piştî ku li Şehbayê bi cih bûye, di xebatên tevgera Hîlala Zêrîn de cih girt û bû mamosteya govendê ji bo zarokan.

Zeyneb Îbo dibêje, ew gavên girîng bi hev re davêjin, ew bi xebatên xwe serbilind in: "Em ê her girêdayî çand û hunerê xwe bimînin. Çand û hunerê wê bibe çeka me ya bi hêz a li hemberî faşîzma Tirk û polîtîkayên wê yên li hember gelê herêmê.”

Pirsgirêka kadroyên govendê heye

Endamê koma şanoyê ya tevgera Hîlala Zêrîn, Sozdar Omer jî dibêje, du şanoyên tevgerê hene, yek ya zarokan e û ya din ya jinan e.

Sozdar Omer derbarê zehmetî û astengiyên li Şehbayê di şert û mercên heyî de dikişînin, dibêje, "Kêmbûna kadroyên govendê pirsgrêka me ya herî mezin e. Ew dihêle ku berpirsiyariya me zêde bibe ji bo em xwe îsbat bikin û jêhatîbûna xwe di govendê de bi pêş bixin".

Sozdar Omer wekî din dide zanîn ku her tişta ku derbarê govendê de dizane hînî zarokan dike û her wiha wan bi ekîba heyî ya Hîlala Zêrîn re gelek çalakiyên hunerî li dar xistine.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.