Şer radixin pêş çavan

Sêşem 27 Tebax 2024 - 00:20

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî ku li Şengalê xebatên ragihandinê dimeşîne, êrîşên li ser Çapemeniya Azad weke êrîşên sîstema desthilatdariyê û weke encama hevkariya hikumeta Sûdanî ya bi şerê qirkirinê ya dewleta Tirk nirxand û banga hevgirtinê li rojnamevan û saziyên ragihandinê kir. Îbrahîm Êzidî destnîşan kir ku ev 3 salên dawiyê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li hemberî gerîla şerekî mezin daye destpêkirin û got:’’Di van salên dawiyê de rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê ji aliye Çapemeniya Azad ve hate xuyakirin. Çapemeniya Azad rê li ber gelek planan girtiye û nehiştiye planên dijmin ên qirêj li ser gel pêk werin. Ji ber vê li hemberî Çapemeniya Azad ev êrîş pêk tên.’’ Îbrahîm Êzidî bi bîr xist ku beriya niha bi belgeyan îspat bûye ku di êrîşên li hemberî pêşengên civaka Êzidî de destê PDK’ê heye û bi van gotinan rexne li kêmhelwestiya YNK’ê jî kir û got:’’Li cihekî weke Silêmaniyê ku di bin serweriya YNK’ê de ye pêkhatina êrîşên bi vî rengî cihê gumanê ye. Heya niha çend welatparêz, kesên rojnamevan û rewşenbîrên li Silêmaniyê penaber, ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin. Heya niha çend kes ji ber van êrîşan hatine girtin nayê zanîn. Em nabêjin YNK hevkarê van êrîşan e, lê bêdeng e.’’   

Iraq ketiye nava pîlanan

Her wiha Rojnamevan Îbrahîm Êzidî destnîşan kir ku di asta Îraqê de jî li hemberî van êrîşan helwesteke cidî ya hikumeta Sûdanî çênebûye û sedema vê rewşê wiha nirxand:’’Ji ber ku di demên dawiyê de dewleta Tirk hikûmeta Iraqê jî kişandiye nav planên xwe yên qirêj ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de. Ji ber vê li hemberî êrîşên li ser Çapemeniya Azad bêdeng e.’’   

Îbrahîm Êzidî herî dawiyê jî banga hevgirtinê li rojnamevanan kir:’’Pêwîst e rojnamevan li her derê destê xwe bidin hev û li dijî êrişên desthilatdariyê bisekinin. Bêdengiya rojnamevanan jî dibe sedem ku ev êriş zêdetir bibin. Divê rojnamevan dengê nerazîbûnê bilindtir bikin.’’

ANF/ARGEŞ ŞENGALÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.