• Dagirkeriya Rûsyayê ya li Ukraynayê 24'ê Sibatê dest pê kir û hîna didome.

Dagirkeriya Rûsyayê ya li Ukraynayê 24'ê Sibatê dest pê kir û hîna didome. Li gorî îdîayên aliyê Ukraynayê, di şer de zerarên wan dane Rûsyayê gelek in; lê hejmar nîşan didin ku ev dane mubalexekirî ne. Dîsa jî dîmen nîşan didin ku leşkerên Rûs gelek maşînên xwe yên zirxî û heta topên xwe li cih dihêlin û direvin ji gelek cihan ji ber sedemên nebûna lojîstîkê.

Li aliyê din doh Serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskkî îdîa kir ku agahiyên ji belge û leşkerên Rûs ên êsîr hatine wergirtin, nîşan didin ku Rûsya xwe kar dike ku lengergeha Odesayê bombe bike.

Odesa lengergeha sereke ya Ukraynayê ye, û bajar wekî bajarekî stratejîk derdikeve pêş. Serjimara wê jî 450 hezar e.

Lengergeha din a stratejîk a Ukraynayê yanî ya Marîupolê jî dor lê hatiye girtin. Di encama lihevkirinekê, sivîl ji bajêr tên derxistin.

Şaredarê wir, Vadîm Boyçenko diyar kir ku bi hezaran kes birîndar bûne û got, ''Marîupol êdî nîne.''

Bi Ketina Marîupolê re Rûsya wê hêzên li Qirim û Donbassê bigihîne hev. Hêzen ku çûbûn Qirimê, weke Bardîansk û Hersonê lengergehên girîng bi dest xistibûn.

Artêşa Rûs her wiha nêzî paytext Kîevê jî dibe. Agahî hene ku li dora paytextê şer giran e.

Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê 100 balafir, 779 tang û wesayitên zirxî, balafirxaneya di navbeyna Kîev û Lvîvê de, Starokonstantînov îmha kirine.

Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Oleksît Reznîkov jî îdîa kir ku wan kariye hêzên Rûs bisekinînin: ''Dijmin li Kîev û Harkîvê hate sekinandin.''

NAVENDA NÛÇEYAN