- Rejîma Îranê ji mamosteya Kurdî Zehra Muhemedî xwest bikeve hepsê û 5 sala cezayê hepsê bikişîne. Rejîmê li Sine aktîvîsta çandê Kejal Nesrî jî revand.
Rejîma Îranê devkî gelek caran îdîa bike ku Kurdî beşek ji çanda wê ye jî, êrişên xwe yên li dijî aktîvîst û mamosteyên Kurdî bi dawî nake. Wê xwest Zehra Muhemedî ji bo 5 salan “cezayê xwe” yê ji ber hînkirina Kurdî bikişîne, bikeve hepsê. Aktîvîsta çandê Kejal Nesrî ev 3 hefte ye di destê Îtlaetê de ye.
Konseya Neteweyî ya Berxwedanê ya Îranê (NCRI) ku koalîsyoneke berfereh a demokratîk e ji bo rêxistin, kom û kesayetên li Îranê, daxuyaniyek li ser du girtiyên jin ên Kurd da. NCRI ji sala 1981´ê ve bi navenda xwe ya li Tehranê çalak e. Wê got, Zehra Muhemedî ya li Sine ji bo ku cezayê 5 salan ê hepsê bikişîne hatiye vexwendin da ku bikeve hepsê. Aktîvîsta Kurd Kejal Nesrî jî beriya bi 3 hefteyan hatiye girtin. Sedema kirina wê ya nezaretê ne diyar e, lê ew jî li navenda nezaretê ya Îtlaetê ya Sine tê ragirtin.
Zehra Mohammadi
Saziya edliyeyê ya li Sine bang li aktîvîst û mamosteya zimanê Kurdî Zehra Muhemedî kir da ku bikeve hepsê û cezayê xwe yê 5 salan bikişîne.
Dadgeha rejîmê ji ber ku dersên Kurdî dan zarokan 10 sal cezayê hepsê li Zehra Muhemedî birrîbû.
Zehra Muhemedî li ber biryarê rabû û bire dadgeha bilind. Dadgeha bilind daxwaza temyîzê ya Muhemedî red kir.
Zehra Muhemedî ya 30 salî, mastira xwe di jeopolîtîkê de li Zanîngeha Birjandê çêkiriye.
Endamên Îtlaetê 23´yê Gulana 2019´an bi ser mala wê de girtibûn û ew girtibûn. Ew bi şert û bi kefaleta 700 milyon tomanî piştî 6 mehan hatibû berdan.
Di Tîrmeha 2020’an de dadgeha rejîmê 10 sala cezayê hepsê li Zehra Muhemedî birrî bi tohmeta “avakirina komekê li dijî ewlekariya neteweyî”. Cotmeha heman salê dadgehê cezayê wê daxist 5 salan.
Kejal Nesrî
Beriya bi 3 hefteyan, hêzên îstîxbarata Îranê “Îtlaetê” aktîvîsta çandî ya Kurd Kejal Nesrî kirin nezaretê. Ew hîna jî li navenda nezaretê ya Îtlaetê ya li Sine girtî ye.
Kejal Nesrî 26 salî ye û ji gundê Tengsîr ê nêzî Sine ye. Îtlaetê ew 12´ê Kanûna par girt, lê ji bo girtinê ti belgeyên qanûnê û sedemên rewa nîşan nedan. Îtlaet destûrê nadiyê ku xwe bigihîne parêzeran jî.
Çavkaniyeke nêzîkî malbata Nesrî ji NCRI´yê re gotiye, Kejal Nesrî kariye telefonî malê bike.
Malbatê di nava van 3 hefteyan de nekarî biçin serdana keça xwe jî û Îtlaetê li ser sedema girtina Kejal Nesrî ti agahî jî nedaye malbatê. Yanî esas, ya Îtlaetê kirî, revandina aktîvîsta Kurd e.
TEHRAN