• Artêşa Rûsyayê gelek bajarên Ukraynayê bomberdûman dike. Hêzên Ukraynayê jî Donetsk bomberdûman kirin, herî kêm 20 kes di êrişa Ukraynayê de mirin.

Artêşa Rûsyayê gelek bajarên Ukraynayê bomberdûman dike. Hêzên Ukraynayê jî Donetsk bomberdûman kirin, herî kêm 20 kes di êrişa Ukraynayê de mirin. Li gorî texmînan, muzakereyên nû jî wê bên kirin.

Şerê ku di 24’ê Sibatê de dest pê kiribû, tevî muzakereyan jî didome. Li gorî servîsên alîkariya lezgîn a Ukraynayê, Rûsyayê li Kyevê avahiyek bomberdûman kir û herî kêm kesek mir û 12 kes jî birîndar bûn. Li derdora paytextê şerekî giran heye û hêzên Rûsyayê jî hewl didin girtina dora Kyevê tengtir bikin.

Li aliyê din bi fuze û balefiran, hêzên Ukraynayê li herêma Donetsk da. Hate ragihandin ku di êrişê de herî kêm 20 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûne.

Rûsyayê jî roja yekşemê li Lvîvê ya li ser sînorê Lehistanê, baregeheke leşkerên biyanî bomberdûman kiribû û herî kêm 35 kes miribûn.

NY’yê çi got?

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji destpêka şer ve 2.7 milyon kes ji Ukraynayê koçber bûne. Ji van bêhtirî milyonek û 700 hezarî çûne Lehistanê. 131 hezar jî çûne Rûsyayê. 

Rayedarên Kyevê şemiya bihurî bîlançoyek weşandibû û gotibû, qederê 1300 leşkerên Ukraynayê mirine. Moskovê jî herî dawîn di 2’ê Adarê de bîlançoyek weşandibû û gotibû, 498 leşkerên wan mirine.  Li gorî texmînên Pentagonê di şerê 14 rojan de di navbera 2  û 4 çar hezar leşkerên Rûsyayê mirine.

Li gorî NY jî 596 kesên sivîl mirine lê li gorî texmînan bîlançoya rastî, girantir e.

Li aliyekî şer didome û li aliyê din jî çav li rê bû ku hevdîtina aliyan doh dewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN