Şer di roja 15’emîn de ye

Şemî 21 Cotmeh 2023 - 00:41

Di şerê Îsraîl-Hamasê de hejmara miriyan ji 5 hezarî derbas kir. Destûr hate dayin ku alîkariya mirovî ji deriyê sînor ê Refahê derbasî Xezeyê bê kirin. Îsraîlê ragihand ku wê li ser sînorê Lubnanê bajarokekî vala bike. Fikar heye ku şerê Îsraîl-Hamasê girantir bibe. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ku Gazzeyê di bin kontrola xwe digire, di bombebaranên Îsraîlê de herî kêm 3.785 kes hatin kuştin ku 1.524 ji wan zarok bûn. Zêdeyî 12 hezar kes birîndar bûn.

Li aliyê Îsraîlê jî hejmara miriyan ji 1.400 zêdetir e ku 306 jê leşker in. Artêşa Îsraîlê diyar dike ku 203 kes ji aliyê Hamasê ve dîl hatine girtin. Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku cenazeyê 1500 şervanên Hamasî ku di roja destpêkê ya êrişê de ketibûn xaka Îsraîlê, dîtine.

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) a Neteweyên Yekbûyî, li Gazzeyê 2.185 avahî bi temamî hilweşiyan û 5.434 mal jî zirarên giran dît. Li gorî Wezareta Avakirinê ya Herêmî 8.840 malên din jî hilweşiyane. Ev hilweşîn li hin herêmên ku ji êrişan bandor bûne, ji peykê jî tê dîtin. Îsraîl xwe ji tevgereke bejahî amade dike, bi Hîzbûllah a Lubnanî re jî şer zêdetir dibe.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniya ku roja Îniyê dayî, ragihand ku wê bajarokê Kiryat Shmona ya xwedî 25 hezar nifûsê, vala bike. Herêma ku cîranê sînor ê Lubnanê ye, ji 7’ê Cotmehê ve di bin metirsiyê de ye.

Sefîrê Îsraîlê ji Enqereyê derket

Tê payîn ku alîkariyên mirovî yên ji bo Filîstîniyên ku li Gazzeyê asê mane, vê roja Îniyê bikevin bajar. Misirê roja Pêncşemê ragihandibû ku ew destûr dide ku alîkariyên mirovî li ser sînorê deriyê Refahê derbasî Gazzeyê bibin. Beriya rojekî Îsraîlê erê kiribû ku ev derî vebe. Li aliyê din Sefîrê Bilind ê Enqereyê yê Îsraîlê Irit Lillian bi dîplomatên din ên Îsraîlî re Tirkiye terikandin. 

Îsraîlê li dêrekê xist

Li aliyekî din di êrişa Îsraîlê ya pêr bi şev a li ser dêreke Ortodoks a Rûman ku xelkê Filîstînê xwe spartinê de, herî kêm 8 kesan jiyana xwe jidest dan, bi dehan birîndar bûn. Di êrişa Xan Yunus a li başûrê Xezeyê de jî, herî kêm 21 kesan jiyana xwe jidest dan, 79 kes jî birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê ragihand ku di şerî li Şerîa Rojava ya di navbera artêşa Îsraîlê û Filîstîniyan de, hêjmara miriyan gîhîşte 13 kesan. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.