- Bîlançoya şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê, girantir dibe. Di eniya dîplomatîk de jî ti gavavêtin tine.
Bîlançoya şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê, girantir dibe. Di eniya dîplomatîk de jî ti gavavêtin tine.
Bajarê Marîûpolê ya ku bajarekî stratejîk ê ber Behra Azovê ye, tê bomberdûmankirin. Tê diyarkirin di 16’ê Adarê de balefirên Rûsyayê şanoya Marîûpolê bomberdûman kirine û bi sedan kes mirine. Şaredar xwe spart şahidan û got, nêzî 300 kesan mirine. A niha ne mumkun e ku ev agahî werin piştrastkirin.
Şaredar Vadîm Boyşenko li ser telegramê daxuyanî da û got, bi darê zorê 15 hezar kes hatine koçberkirin û pasaportên Ukraynayê yên van kesan jî hatine desteserkirin.
Biden diçe Lehistanê
Çav li rê ye ku serokê DYE´yê Joe Biden biçe bajarê Lehistanê Rzessowê yê ku 80 kîlometreyan dûrî sînorê bi Ukraynayê re ye. Biden pêr di dema civîna NATO´yê de gotibû, heger Rûsya çekên kîmyewî bi kar bîne, NATO wê bersivê bide.
Artêşa Rûsyayê jî wekî din ragihand ku wê bi fuzeyan rezerva petrolê ya herî mezin a artêşa Ukraynayê îmha kiriye. Moskovayê diyar kir ku ji 24’ê Adarê û vir ve sê pergala parastinê ya hewayî û çar dron jî tê de gelek ekîpmanên artêşa Ukraynayê îmha kirine.
Alîkarê Serokê Konseya Ewlakariyê ya Rûsyayê, Dmîtrî Medvedev ji ajansa Novostî re got, “Heta ku Ukrayna dev ji çekên xwe berde û ji Naziyan were paqijkirin, operasyon wê bidome.”
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got, welatên rojava li hemberî Rûsyayê ‘şerekî berfireh ê hîbrît’ dimeşînin û “Hedefa xwe venaşêrin. Armanca wan tinekirin, şikandin û xeniqadnina ekonomiyê û Rûsyayê ye.”
DYE û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ji bo ku Ewrûpa ne mecbûrê enerjiya fosîl a Rûsyayê be, biryar da komeke xebatê ava bikin. Li gorî vê, DYE wê 15 milyar metrekup gaza lîkîd bide Ewrûpayê.
Elmanyayê jî diyar kir ku heta payîzê ew ê ji komira Rûsyayê û heta dawiya salê jî ji petrola Rûsyayê xwe rizgar bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN