• Piştî peymana di navbera PDK û Bexdayê de ya ku îradeya Şengaliyan tine dihesibîne, artêşa Iraqê hewl dide Asayîşa Êzîdxanê ji Şengal, Sinûnê û Xanesorê derxe. Xelkê Şengalê li ser banga MXDŞ´ê li ber xwe da û daxwazên xwe dan qebûlkirin.

Xelkê Şengalê li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji şêva din ve li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda Şengalê û bajarokên wê Sinûnê û Xanesorê kom bûn. Piştî ku daxwazên wan destpêkê ji aliyê rayedarên hikûmetê ve nehatin qebûlkirin, çalakgeran meş li dar xist. Piştî meşê, çalakvan heta navenda Şengalê meşiyan û dîsa vegeriyan pêşiya Asayîşê. Hevdîtinan jî ji nû ve dest pê kir û wan da qebûlkirin ku Asayîşa Êzîdxanê li Şengalê bimîne.
9’ê Cotmeha bihurî di navbera Bexda û Hewlêrê de, li dijî Şengalê peymanek hat mohrkirin. Bi vê peymanê îradeya herêmê û saziyên wê tine hatibû hesibandin. Piştî peymanê jî artêşa Iraqê hêz şandibû çend cihên Şengalê. Her wiha xwestibû ku hêzê bişîne ser Çiyayê Şengalê jî lê li ser nerazîbûna gel, ev hewldan hatibû rawestandin.

Li dijî peymanê rêveberî û saziyên Şengalê jî şande ava kiribûn û li Bexdayê hevdîtin kiribûn. Xelkê Şengalê jî bi rojan e ku çalakiyan li dar dixe û diyar dike ku bêyî îradeya wan, ew ti tiştî qebûl nakin.

MXDŞ´ê jî bal biribû ser wê yekê ku Şengal bi fermaneke nû re rû bi rû ye û bang li xelkê Şengalê û Êzîdiyan kiribû. MXDŞ herî dawî 30´ê Mijdarê bi awayekî awarte civiyabû û bang li tevahiya gelê Şengalê kiribû ku 1’ê Kanûnê saet di 09.00’an de li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê kom bibe.

Asayîşê nadin girtin

Li ser banga MXDŞ’ê Şengaliyan şêva din saet 02.00’yan berê xwe da navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda navçeyê, bajarokên Sinûnê û Xanesorê. Welatiyên ku li dora navendên asayîşê kom bûn, li dijî hewldanên artêşa Iraqê ku dixwaze cihên Asayîşê bigire, nerazîbûna xwe nîşan didin.

Welatî heta sibehê li ber navendên asayîşê man, agir pê xistin û piştgiriya xwe ya bi Asayîşa Êzîdxanê re îfade kirin.

Serê sibehê jî ji çalakvanên li pêşiya Asayîşa navenda Şengalê, şandeyek hat avakirin û vê şandeyê bi rayedarên hikûmeta Iraqê de hevdîtin kirin. Lê di hevdîtinê de rayedarên Iraqê daxwazên gel qebûl nekirin û xwestin navendên asayîşê werin radestkirin.

Heta îradeya Êzîdxanê bê naskirin

Li ser vê yekê welatiyên li pêşiya avahiya asayîşê kom bûbûn, nerazîbûn nîşan da û heta navenda navçeya Şengalê meşiyan. Xwepêşandêr ji vir jî careke din vegeriyan pêşiya avahiya asayîşê. Welatiyan diyar kir ku ew bi ti awayî nahêlin îradeyan wan tine bê hesibandin û heta daxwazên wan tên bicîhanîn, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî meş û xwepêşandanê, hevdîtinên di navbera nûnerên gel û rayedarên Iraqê de ji nû ve dest pê kirin. Piştre, rayedarên Iraqê daxwazên xelkê Şengalê qebûl kir. Vê jî kir ku şiroveyên "Şengaliyan dest hilanî" bê kirin.

 

Bila Êzîdî Şengalê bi rê ve bibin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustefa Karasû li ser peymana di navbera PDK û Bexdayê de ji Medya Haberê re peyivî. Karasû got, PKK li Şengalê tine ye, bila xweserî hebe, ji Êzîdiyan kî wê bi rê ve dibe, bila bibe.

Mustefa Karasû destnîşan kir ku PKK ji Şengalê vekişiyaye û got, "Nêzîkatiyên me ji  bo xweserî û xwerêveberiya Şengalê meseleyeke exlaqî û wijdanî ye. Bila Şengal xweser be, kîjan Êzîdî wê bi rê ve dibe, bila bibe. Hûn ê xweseriya Êzidiyan nas bikin, ne xweseriya PKK'ê. Hûn ê xwerêveberiyê bidin wan. Li wir bila hilbijartin bibe, di encama hilbijartineke demokratîk de kîjan Êzîdî hate hilbijartin, bila wê derê bi rê ve bibe. Îradeya wan e. Nêzîkatiya me bi vî rengî ye. Pirsgirêk bi aloziyê çareser nabe. Nêzîkatiya li civaka Êzidî karakterê mirovan nîşan dide. Tu bi çi rengî nêzî Êzîdiyan dibî, hingî exlaq, wijdanê te, nêrîna te ya siyasî jî bi wî rengî ye. Ew pîvan e, ji bo mirovan jî ji bo rêxistinan, ji bo dewletan jî pîvanek e. Berpirsyariya her kesî ye ku tevkariyê li xweseriya Êzîdiyan bike.''

 

YBŞ li derveyî bajêr û navçeyên wê ye

Heval Têkoşer li ser navê YBŞ´ê ji malpera nûçeyan KirkukNow re got, “Hêzên me li nava bajêr nemane; em ê li derveyî bajêr bin, li gorî lihevkirina me ya bi artêşê re; heta lihevkirineke duyemîn, wê rewş ev be."

Tişta ku Heval Têkoşer weke lihevkirina duyem bi nav dike wê li ser birêvebirina nuqteyên kontrolê yên li Şengalê be. Heval Têkoşer da zanîn ku beramberî lihevkirinê, wê qismek ji hêza wan bi temamî li gorî qanûnên Iraqê fermî bibe.