Şengalî vîna xwe nîşan da

Çarşem 11 Gulan 2022 - 16:40

  • Şengaliyan got, "Bimire xiyanet, bijî berxwedana Şengalê".

Bi hezaran Êzidî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê ya PDK’ê û Kazimî meşiyan. Di meşê de Êzîdiyan bang li hikûmeta Federal a Iraqê, NY û Bavê Şêx ê Êzîdiyan kir û daxwazên xwe bi çend sernavan ji raya giştî re eşkere kirin.

Civaka Êzidî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê, zext û êrîşên PDK’ê û hikûmeta Kazimî meşiya. Şengaliyan dirûşmên, “Şengal welatê me ye, asayîş hêza me ye, Asayîşa me rûmeta me ye, em şer naxwazin, aşitî dixwazin, Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre Xiyanet” gotin.

Piştî meşê, li Çerxerêya Mam Zekî, li ser navê girseyê Endamê Meclîsa Xweser Xelef Şengalî 6 daxwazên civaka Êzîdî ji raya giştî re eşkere kirin. Şengalî her wiha daxwaza avakirina lijneyeke lêpirsînê derbarê berpirsên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya bi destê DAIŞ’ê jî kir.
Xelef Şengalî daxwazên Şengaliyan wiha kirin rêz:

•    Em her biryareke ku ji bo jiholêrakirina hêzên me yên di dema fermanê de hatine avakirin, red dikin.
•    Em bang li NY´ê dikin ku dest werde li binpêkirinên maf û azadiyên civaka Êzîdî.
•    Pêwîst e Iraq di çarçoveyeke qanûnî de Asayîşa Êzîdxanê qebûl bike.
•    Divê lijneyek bê avakirin, ji bo kesên di dema êrîşên DAIŞ’ê de erka xwe bi cîh neanîne û gel bi tenê hiştine bên dadgehkirin.
•    Şandeya ku beriya niha bi çend rojan çû serdana Kazimî, nûnertiya Şengalê nake, ev şande ji aliyê PDK’ê û Berpirsê Operasyonên Nînowayê ve hatibû birêxistinkirin.
•    Em bang li Babê Şêx jî dikin, nebe alîgirê ti aliyekî siyasî, wekhev nêzî tevahî Êzîdiyan bibe, ji ber ku Bavê Rûhanî yê tevahiya Êzîdiyan e.

Meş bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre Xiyanet” bi dawî bû.
ROJNEW/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.