Şengalî vedigerin ser warê xwe
Sêşem 20 Kanûn 2022 - 03:58
Xelkê Şengalê pêl bi pêl vedigere ser warê xwe.
Piştî ku xizmetguzariyên ji bo nehiya Til Izêr bidawî bûn, ewlekariya herêmê bi temamî ket bin kontrola hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê, êdî roj bi roj koçber vedigerên ser warê xwe.
Di nava du salên dawî de, nêzî 500 malbatî vegeriyan nehiyeya Til Izêrê ya Şengalê.
Di vê çarçoveyê de bi dehan malbat ji wargeha Serdeşt a li Çiyayê Şengalê, berê xwe da Til Izêrê.
Rêveberê nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê, da zanîn ku bi hevkariya hin saziyên mirovî û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, 89 malbat vegeriyane ser cih û warên xwe.
Xwedêda Çûkê bang li Êzîdiyên li wargehên Başûrê Kurdistanê jî kir da ku vegerin ser warê bav û kalên xwe.
Xwedêda Çûkê got; “ev bi tenê ne çareserî ye. Divê ji bo vegera Êzîdiyên li wargehên Başûr, tiştên pêwîst werin kirin.”
ROJNEWS/ŞENGAL