Çalakiya Şengaliyan a bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê, di roja 10’an de bi beşdariya komên nû didome.
Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê, di 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabûn.
Çalakî bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in, Asayîşa Me Rûmeta Me Ye” pêk tê û di roja 10an de komên nû yên komelgehên Borik û Duhola çalakî dewr girtin.
Di vê navberê de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) li ser daxuyaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnaê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da û got: “Ti hêzeke PKK'ê li Şengalê nîne, yên ku niha Şengalê diparêzin zarokên Şengalê ne. Di Şengalê de hêzên ewlekariya Iraqê hene.
Ev daxuyaniyên bi zimanê Tirka tên dayîn û rê li ber êrişan vedikin, dixwazin bi van daxuyaniya ewlehiyê ku li herêmê pêk hatî têk bibin.”
ROJNEWS/ŞENGAL