Şengalî rabin ser piyan!

Sêşem 10 Gulan 2022 - 22:24

  • “Ev gaveke girîng e, lê tirsa me ew e ku hin aliyên siyasî dest biavêjin van ciwanan û di berjewendiyên xwe de bi kar bînin, lewma pêwîst e ciwanên me şiyar bin.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ANF/ŞENGAL

Rêveberê Nehiya Sinûnê ya Şengalê, Xwedêda Çûkê got, hewldanên ji bo bêparastin hiştina Şengalê, ferzkirina fermanê ne û bang li xelkê li kampên desthilata PDK´ê kir da ku ji bo vegera li Şengalê, rabe ser piyan.

Xwedêda Çûkê bal bire ser êrişa li dijî Sinûnê û Dugirê û got, ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ye: "Ji bo peymana 9’ê Cotemehê pêk bînin êrişî Sinûnê û Dugirê kirin. Ev şer ne di berjewenediya gelê me de bû, lê dîsa jî qewimî. Ev peyman ji dema îmzekirina wê ve ji aliyê civaka Êzîdî ve hatiye redkirin, lê hin kes hene ku di bin bandora aliyên siyasî de ne û alîkariyê didin vê peymanê. Me wek civaka Êzidî ji destpêkê ve hemû bendên peymana Hewlêr û Bexdayê red nekirine; lê me ligel serokwezîrê Iraqê jî ew peyman û bendên nekevin xizmeta me, red kirine. Bendên ku em li dijî derneketine jî hene, heta niha Iraqê pêk neanîn. Bexda dixwaze destpêkê bendên ku şer tê de hebe, pêk bîne. Bi hinceta pêkanîna peymana 9’ê Cotemehê, dixwazin aloziyan li herêmê derxin û rê ji hin aliyên siyasî re vekin da ku careke din Şengalê vegerînin wek beriya 2003’an."

Ciwan divê hişyar bin

Xwedêda Çûkê îşaret bi çalakiyên ciwanan ên li Şengalê kir û got, “Ev gaveke girîng e, lê tirsa me ew e ku hin aliyên siyasî dest biavêjin van ciwanan û di berjewendiyên xwe de bi kar bînin, lewma pêwîst e ciwanên me şiyar bin.”

Çûkê li ser boykotkirina hilbijartinan jî wiha peyivî: "Piştî ku hevdîtin di nava parlamenteran û Kazimî de çêbûn, vê aloziyê li Şengalê destpê kir. Civaka me bi zanebûn tevlî hilbijartinan nebû, kesên ku bi dengê Êzidiyan hatine hilbijartin, niha dijbertiya Şengalê dikin."

Kesên sedema fermanê bila bên cezakirin

Rêveberê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê, têkildarî zextên li ser hêzên parastinê yên Êzîdiyan got, "Bila her kes bizane ku hedefa wan ne tenê YBŞ’ê ye; îro li ser YBŞ’ê ye, sibe jî li ser we ye. Dixwazin tevahiya çekên di destê Êzîdiyan de derxin û bi vî awayî Êzîdiyan bikin bin kontrola xwe. Em dibînin ku niha rewşa Iraqê ne aram e." 

Di dawiyê de Rêveberê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê bang li Êzîdiyên li kampên di bin desthilata PDK´ê kir da ku ew jî rabin ser xwe û daxwaza mafên xwe bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê gelê me yê kampan, van kirinên li ser xwe qebûl neke û çalakiyan bike da ku bikaribe vegere Şengalê. Her wiha ji hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê, divê kesên bûn sedema fermanê bên cezakirin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.