• Şêniyên Şengalê li dijî peymana ku bêyî wan di navbera hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de li ser Şengalê hate amadekirin, doh meşiyan.

Şêniyên Şengalê li dijî peymana ku bêyî wan di navbera hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de li ser Şengalê hate amadekirin, doh meşiyan.
Peymana di navbera PDK û Bexdayê de weke biryara fermaneke nû tê dîtin û li hemberî vê nerazîbûnek û hêrseke mezin heye.
Şêniyên Şengalê ji bo helwesta xwe li dijî vê peymana li derveyî wan hatiye amadekirin nîşan bidin, li navenda şengalê li hev kom bûn.
Nûnerên Êzidî, Ereb, Sûne, Şîa, serokeşîr, oldar, rêxistin û partiyên herêmê, bi kurtasî nûnerên hemû pêkhateyên Şengalê tevlî vê meşê bûn.
Girseya gel bi hildana pankartên bi nivîsa "Em ti biryarên li derveyî îradeya gelê Şengalê qebûl nakin", "Em desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê qebûl nakin" meşiyan û li Çerxerêya Qibayilê daxuyaniyek dan û nerazîbûna xwe diyar kirin. Di daxuyaniya li vir de hat gotin, ew li derveyî îradeya xelkê Şengalê ti peymanan qebûl nakin û divê ji xelkê bajêr lejneyek were sazkirin.

ANF/ŞENGAL