Hemad Şehab Ehmed ji Tehran Timesê re dibêje, hê jî ji sedî 70´yê Êzîdiyan ji cih û warên xwe qutkirî û penaber in. Ew bi bîr dixe ku gava çeteya DAIŞ´ê bi ser Şengalê de girt, herî kîm 5 hezar Êzîdî qetil kirin û bi hezaran jin û zarokên Êzîdî jî êsîr kirin. Ji bo Êzîdiyên Şengalê û rewşa ku îro tê de ew dibêje, "Bêhtirî ji sedî 70´yê Êzîdiyan hê jî penaber in û li wargehên li Başûrê Kurdistanê dimînin. Wan nekarî vegerin cih û warên xwe ji ber pirsgirêkên burokratîk, ewlehî û xizmetguzariyê yên li Şengalê.“
Tevî vê jî pirsgirêka sereke ya asêmana penaberan li wargehan ew e ku PDK destûrê nade wan bi hêsanî vegerin ser warên xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN