Şengalî: Em li ser rêya şehîdan in
În 25 Cotmeh 2024 - 17:45
- Gelê Şengalê ji bo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê bide hêzên YBŞ’ê, bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan navenda YBŞ’ê ya ku êrîş çûbû ser. Di axaftinan de peyama ‘Tu êriş wê nikaribe me ji xeta şehîdan û ji axa me ya pîroz qut bike’ hate dayîn.
Di encama êrîşa dewleta Tirk de ya li ser Şengalê ya li dijî beregehên YBŞ’ê yên li Barê şervanekî YBŞ’ê şehîd bû û 2 şervan jî birîndar bûn.
Gelê Şengalê tevî sazî û rêxistinên civaka Êzidî li ber Meclisa Gel a Sinûnê kom bûn û bi karwanekî wesayîta berê xwe dan gundê Barê da ku piştgiriya xwe ya ji bo şervanên YBŞ’ê nîşan bide. Gelê Şengalê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana YBŞ’ê’ serdana navenda YBŞ’ê ya ku rastî êrişan hatiye, kirin.
Li vê derê daxuyanî li ser navê TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê hate dayîn ku di daxuyaniyan de piştgiriya gel ya bi hêzên parastinê re hate destnîşankirin.
Dewama êrîşên DAIŞ’ê ye
Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Xwedêda Eliyas axivî. Eliyasa got,’’Tu carî emê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bernedin û heya dawî emê bi hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê re bin. Ev êrişên dijminane ku li ser me pêk tên temamkirina êrişên DAIŞ’ê yên sala 2014’an e. Dixwazin bi êrişên xwe qirkirina civaka me bibin serî.’’
Em ê li ser rêya şehîdan bin
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Kinê Xidir axivî jî got,’’Bi van êrişan emê tu carî dest ji xeta şehîdên bernedin ku ji bo nasnameya me, ji bo Çiyayê Şengalê û azadiya gelê me tekoşîn kirin û şehîd ketin. Tu êrişên dijmin wê nikaribe me ji xeta şehîdan qut bike û me ji ser axa me bide koçberkirin.’’
Em ê hêza xwe meztir bikin
Di daxuyaniyê de bi navê YBŞ’ê jî Rojhat Ereb axivî û got : ‘’Dema ku me erka parastina vî gelê xwe da ser milê xwe, me dizanî ku şehadet wê hebe. Lê her êrişek ku li ser me pêk were emê hêza xwe mezintir bikin, em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Em ji gelê xwe re soz din ku wê tola xwîna şehîdên me li erdê nemîne.’’ ROJNEWS