- Desteya Rêveber a Şengalê ji Iraqê û Neteweyên Yekbûyî xwest êrişên dewleta Tirk li kampa Qadiya lê bikole, encaman eşkere bike. Wê ji Şengaliyên li kampan jî xwest vegerin Şengalê û wê şên û ava bikin.
Desteya Rêveber a Şengalê bang li Êzîdiyên li kampên li Başûrê Kurdistanê kir da ku êdî vegerin ser xaka xwe û Şengaleke azad bi hev re ava bikin.
Desteya Rêveber a Şengalê li ser rewşa Iraqê ku herî dawî 28’ê Tebaxê komcivînek bi beşdariya gelek welatan lê pêk hat û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de îşaret bi guhertinên li herêmê, nexasim jî yên li Iraqê hate kirin.
Desteyê got, civîna bilind a cîranên Iraqê li ser mijarên misogerkirina ewlekarî, aramiya siyasî, bazirganî û civakî ya Iraqê hatiye kirin, lê ew bi xwe nafikirin ku pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Desteyê bal bire ser bêdengiya li hemberî bêrêziya dewleta Tirk a dagirker û behsa wê kir ka ew çawa serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî binpê dike.
Macron çima soza xwe nebir serî
Di daxuyaniyê de Desteyê got, civaka Êzîdî di sedsala 21’ê de herî zêde qirkirin û êriş lê hatine kirin û cih û warên wan hatine wêrankirin, lê tevî vê rewşê jî di civîna bilind a li Bexdayê de ev yek zêde nebûne rojev: “Lê em nirxandinên birêz Macron girîng dibînin û rêzê jê re digirin. Tevî vê yekê jî Macron soz dabû ku serdana civaka Êzîdî ya Şengalê bike. Em dipirsin; gelo ev protokol çima hate guhertin?”
Bi axaftinê maf misoger nabin
Desteya Rêveber a Şengalê diyar kir ku ew gumanê dikin, ku hikûmetên Bexda û Hewlêrê li pêşiya serdana Macron a li Şengalê bûbin asteng û wiha dewam kir: “Her kes dizane ku Şengal ji ber çi nayê avakirin û kî rê li ber vegera koçberan digire. Ev yek di axaftina birêz Macron de jî hatibû diyarkirin. Lê belê ev axaftin divê tenê di daxuyaniyê de nemîne, divê bikeve pratîkê. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrişan Şengalê ji Êzîdiyan vala bike. Mafê Êzîdiyan tenê bi axaftinê misoger nabe, divê tevahiya cîhanê ji bo misogerkirina mafên Êzîdiyan kar bike.”
Êzîdî li kampan jî ne ewle ne
Desteya Rêveber a Şengalê bi bîr xist ku ev 7 sal in, rê nayê dayîn ku xelkê Şengalê li warê xwe vegere û li nava kampan jî nikarin jiyana xwe biparêzin û wiha dewam kir: “Gelê me yê li kampan di bin desthilata PDK’ê de dibin mexdûr û qurbanî. Herî dawî 30’ê Tebaxê civaka me ya li kampa Qadiya bû hedefa êrişa dewleta Tirk. Ji bo malbatên şehîdan em sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin.”
Avakirina Şengaleke azad
Desteyê daxuyaniyên rêveberên PDK’ê yên ji bo berevajîkirina rastiya êrişê bi bîr xistin û destnîşan kir ku diyar e, ev êrişa hewayî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.
Desteya Rêveber a Şengalê diyar kir ku ew rewşa li kampê dişopînin û got: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dikin da ku zûzûka lêkolînê li cihê bûyerê bikin û encamên wê li raya giştî eşkere bike. Her wiha em bang li gelê xwe dikin êdî li xaka xwe vegere û da ku em Şengaleke azad bi hev re ava bikin.”
Şengal