Şengalî ji 9’ê Cotmehê ve ango ji roja îmzekirina peymana di navbera Bexda û PDKʼê de li ser piyan in. Şengalî doh jî meşiyan û careke din daxwazên ji bo rêveberiya Bexdayê anîn ziman.
Girse li navenda Şengalê kom bû û ji pêşiya avahiya Desteya Rêveber a Şengalê dest bi meşê kir. Girse heta ber avahiya Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê dom kir.
Li wir daxuyaniyek hat xwendin û tê de girseyê daxwazên xwe ji bo rêveberiya Bexdayê diyar kirin. Di daxuyaniyê de ji Rêveberiya Bexdayê hat xwestin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û saziyên bi ser ve bêne naskirin. Di heman demê de ji bo ewlehiya Şengalê jî xelkê herêmê dixwaze Asayîşa Êzîdxaneyê were naskirin. Eger ev daxwaz neyên qebûlkirin û pêk neyên wê xelkê Şengalê jî heta dawiyê mafê xwe biparêze û kesekî nas neke. Piştî daxuyaniyê daxwazên gel pêşkêşî radeyarên Ewlekariya Niştimanî hatin kirin. Rayedaran jî destnîşan kirin ku ew ê van daxwazan ragihînin hikûmetê û tişta ji destê wan were bikin.
ROJNEWS/ŞENGAL