• Çalakiya Nobeta xwedîderketina li Asayîşa Ezîdxanê di roj 13'an de dewam dike. 

Çalakiya nobetê ya xelkê Şengalê, ya li dijî lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li dijî Şengalê, di roja 13'an de dewam dike. Çalakger wisa xwedî li Asayîşa Êzîdxanê derdikevin.

Çalakî bi şiyara "Em hemû Asayîş in" pêk tê. Koma ji Til Izêr û Serdeştê çalakgerên doh bûn. Xelkê Şengalê jî doh ji serê sibehê ve çû serdana nobetdaran û piştgirî da wan û Asayîşa Êzîdxanê.

ŞENGAL